'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin' 2020-08-23 11:53:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Cigerê Seroktiya Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb, diyar kir ku dan û standinên komîteya destûrê çalakiyeke dirêj û zehmet e û got: " Dê ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê çareseriyan bi xwe re neyne." 3'yemîn civîna Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê ya ku ji aliyê komên hikumeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve tên beralîkirin ve hatiye avakirin, wê sibe li bajarê Cenevre ya  Îsvîçre bê lidarxistin. Dîsa nûnerên gelên Sûriyeyê ji bo civînê nehatin vexwendin. Weke ku tê zanîn di civînên berê hatibûn lidarxistin de jî tu encamên erênî nehatibin bi dest xistin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê  Geir Pedersn, di Îna derbasbûyî de daxuyanî da bû û gotibû: "Hevdîtinên Komîteya Qanûna Bingehîn pir dirêj û  zorin. Lê ji bo bi dawîkirina şerê li Sûriyeyê ne çareseriye."    Cigerê Serokatiya Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb, derbarê mijarê de ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Lidarxistina van civînan di vê qonaxê de, wekî civînên berê wendakirina demê ye û pêşbirkeke demdirêj e. Ji ber ku rastiya li ser rûyê erdê li Sûriyê dernaxe û nûnertiya gelê Sûriyê çi di asta erdnîgarî  û herêman de çi jî di asta rêveberiyan de, nake."   'NÛNERÊN GELÊN SÛRIYEYÊ TÊN DÛRXISTIN'   Hebîb, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ev komîte di navbera lihevkirinên Astana û Soçî de ji aliyê Tirkiyê, Îran, Rûsya û hikumeta Sûriyê ve sînordarkirî ye. Her wiha pir dûrî rastiya li ser erdê ye, lewma gelek nûnerên gelê Sûriyê hatine dûrxistin. Bi taybetî nûnerên zêdetirî 5 milyon welatiyên Sûriyê li bakur û rojhilatê welêt li ser astên siyasî û rêveberî û civakî beşdarî komîteyê nehatine  kirin."   'DEWLET TÊKILDARÎ ALOZIYA SÛRIYEYÊ NE CIDÎ YE'   Hebîb, şaret bi rola dewletên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê wekî Amerîka û Rûsyayê, kir û wiha bilêv kir: "Di van şert û mercan de em nabînin ku ev dewlet di çareserkirina aloziya Sûriyê de cidî ne. Heke cidî bûna, dê hêzên çalak li ser erdê bihatana beşdarkirin."   'CIVÎN WÊ TU ENCAMÊ NE DE'   Hebîb, di dewama nirxandina xwe wiha anî ziman: "Hêzên leşkerî ku li şûna tevahî cîhanê şerê terorê kirin, hene. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nûnertiya vîna gelê Sûriyê dike û Meclisa Sûriyê Demokratîk ku sîwan û lêvegera siyasî ya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk e, hene. Dûrxistina van hêzan ji dan û standina komîteya destûrê, dê bibe sedema têkçûna van civînan.Li Sûriyê hîna şer berdewam e û herêmên dagirkirî hene. Li gel vê yekê çawa nîqaşên destûrê tên kirin? Herêmên Cerabilus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, li herêmên Idlibê jî rageşî heye. Em di xebatê komîteya destûrê de dibînin ku ew erkên rasteqîn û bi taybetî yên girêdayî biryara 2254`an û qonaxa veguhestinê, paşguh dike."   'RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ LI HIN SERKEFTINAN DIGERIN'   Têkildarî armancên NY`yî ku tevî têkçûna van civînan jî îsrar dike ku bên lidarxistin, Hebîb wiha got: "rêxistina navnetewî û şandeya navnetewî li hin serkeftinan digerin. Ew bawer dikin ku bi rêya civînên vê komîteyê wê serkeftin pêk bên. Serkeftina rasteqîn a rêxistinên navnetewî, Meclisa Ewlehiyê û NY`yî ew e ku çareseriyên fermî li gorî biryara 2254`an bibînin û hêza li ser erdê çalak beşdar bikin. "   "ENCAMÊN VAN CIVÎNAN ME ELEQEDAR NAKIN"   Hebîb ji bo dubarekirina seneryoyên Iraq û Lubnanê hişyarî da û wiha rêz kir: "Divê gelên Sûriyê destûra welatê xwe binivîsin. Dema ku komîteya destûrê tê avakirin, divê gelên Sûriyê bipejirînin û destûra welatê xwe bi xwe binivîsin. Divê wekî Iraqê destûra Bremer li ser gelê wê neyê Iraqê ferzkirin. Ji ber wê ku heta roja îro li Iraqê paçebûn, nêzîkbûnên Tirkiyê û Îranê û nêzîkbûnên Sunne û Şîa`yê hene. Divê ew rêbaz li Sûriyê jî  dubare nebe. Her wiha tişta ku  niha li Lubnanê rû dide jî encama nelihevkirinên tayîfî û netewî ne, ku heta niha îstîqrara siyasî li Lubnanê pêk nehatiye û şer berdewam dike."   Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe ji bo dubarekirina van seneryoyan hişyarî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî MSD`ê, em dibînin ku heke ev seneryo li Sûriyê dubare bibe dê welat di rewşeke parçebûn û belavbûnê de bimîne. Ji lewra, divê destûra Sûriyê ji aliyê gelên Sûriyê ve bê nivîsandin û ji aliyê hêzên herêmî û navnetewî ve neyê ferzkirin, ji ber ku li gorî berjewendiyên wan e û dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê ye."