Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e 2020-08-23 19:13:05 COLEMÊRG – Şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê serdanên xwe yên di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de didomîne û şandeyê serdana gundê Aşûtê ya navçeya Çelê kir.  Şandeya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Saît Dede û rêveberên HDP’ê di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê li gund û navçeyên Colemêrgê didomîne. Şande îro çû serdana gundê Aşûtê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê.    Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di serdanê de axivîn. Di serdanê de hat destnîşankirin ku ew ji bo hêzê ji xelkê xwe bigirin digerin û van serdanan dikin û li rewşa xelkê xwe dipirsin. Her wiha di serdanê de siyasetmedaran bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û qala azadkirina Ocalan kirin. Di serdanê de hat gotin ku ew ê bi gel re têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û bi hezarê salan e xwediyê vê axê gelê kurd û netewên din in.    Şande piştî serdana gundê Aşûtê vegeriya navçeya Geverê ya Colemêrgê.