Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye 2020-08-23 19:46:42 NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzeran ragihand ku rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk a ji bo darizandina adilane di rojiya mirinê de ye bi nebaşiyê ve diçe û bang kirin ku her kêlî ji bo wan dereng dibe.  Parêzerên malbatên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo darizandina adilane di rojiya mirinê de ne li ser medya civakî agahî parvekirin. Parêzeran ji bo Evrû Tîmtîk a li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin wiha gotin: “Rewşa Ebrû gelek nebaş bûye. Mezaxiya şilî û vîtamîn hatiye asta rawestandinê. Zikê wê werimiye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî mudaxileya bi darê zorê derkevin û werin Bakirkoyê. Êdî her kêlî girîng e û dibe ku sibê bibe dereng jî.”