ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist 2020-08-23 21:57:28   ÎZMÎR – Komeleya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anaduluyê (ANYAKAY-DER) 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Halît Batan û Sûltanî Yagmekan ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.    Komeleya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anaduluyê (ANYAKAY-DER) a Îzmîrê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê pêk hat. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, parlamenterên HDP’ê Pero Gundar, Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Necdet Îpekyuz û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.   Rêz hat girtin û rapora faliyetê hat xwendin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di kongreyê de axivî û diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her çiqas li Îmraliyê were tecrîdkirin jî lê fikr û ramanên wî li vê salonê ne. Guven got çareserkirina pirsgirêka kurd bi rakirina tecrîdê û danîna peywendiya li gel Ocalan mimkin e. Guven da zanîn ku heta Ocalan negihîje azadiya xwe û girtîgeh vala nebin û heta welatek azad neyê avakirin dê xebatên wan ranewestin.    Piştî axaftinên hatin kirin hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Halît Batan û Sûltanî Yagmekan ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.