ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-24 09:00:14   * Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku rapora CPT’iyê girîng lê bes kêm maye û got: “Lazim e cezayê hetayê yê Ocalan li ber çavan were girtin û pêwîste were berdan.”    * Di rapora faliyetê ya 2019-2020’an a Şaredariya Artûklû de derket holê ku qismek mezin a butçeya şaredariyê ji bo saziyên wek emniyet, MÎT, cendirme jî di nav de hatiye xerckirin û rêyên nehatine çêkirin jî wek hatine çêkirin hatiye nîşandan.    * Aborîzan Ozgur Muftuoglû diyar kir ku ragihandina dîtina gaza xwezayî feydeyê nade gelan û got: “Li vî welatî bingeha xweşiyê demokrasî û wekhevi ye. Heta ku gelên Tirkiyê wisa nejîn wê tu çavkaniyê bin erdê xweşiyê neyne.”    * Rojnamevan Alî Yureklî ji biçûkatiya xwe ve çîrok û qewimînên Komkujiya Qoçgirî guhdar kiriye û van çîrokan berhev kiriye û kiriye pirtûk.    * Serokê Şaxa SES’ê ya Ordûyê Ferît Ceylan diyar kir ku rojane li Ordûyê pêketiyên koronayê ne di bin 150’yî de ye û bi hezaran kesên ji bo berhevkirina findiqan çûne bajarê wan bêkontrol tên xebitandin û ev jî xetereyê bi xwe re tîne.    * Karkerên çandiniyê yên li Balaya Enqereyê dixebitin tu mîsogeriya wan nîne û tevî ewqas rê jî tên dixebitin bi heqdestên erzan dixebitin û tade û keda wan nayê dîtin.    * Xebatkarên Akademiya Ma Muzîkê yên ku di çarçoveya amadekariyên zivistanê de konserve çêkirin diyar kirin ku kevneşopiya mezinên xwe ya bi salan didomînin.   * Şandeya KCD û DBP'ê wê li Colemêrgê serdanên xwe dewam bikin. (10.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Bûrsa û Ayvalikê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî li Mûglayê beşdarî hevdîtinên bi gel re bibin. (13.00-18.00-19.30)