Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne 2020-08-24 09:02:27 STENBOL – Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku rapora CPT’iyê girîng lê bes kêm maye û got: “Lazim e cezayê hetayê yê Ocalan li ber çavan were girtin û pêwîste were berdan.”   Hiqûqzan Ercan Kanar ê ku gelek caran çûye Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiriye derbarê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ku derbarê binpêkirina mafan ên li Îmraliyê de weşand ji ajansa me re axivî.    Kanar anî ziman ku sepanên ji roja Ocalan radestî Tirkiyê hatiye kirin û heta îro wek “qorsaniyê” pênase kir û hem jî ev sepan li dijî hiqûqa hundirîn û navnetewî ne. Öcalan’ın Türkiye’ye teslim edilmesinden itibaren gerçekleşen tüm uygulamaların “korsanvari” bir biçimde, hem iç hem de uluslararası hukuka aykırı olduğunu belirterek, CPT raporunun olumlu olmakla birlikte birçok noktada eksik kaldığını ifade etti.   Kanar diyar kir ku ji roja CPT hatiye avakirin û heta îro herî zêde Tirkiyê ziyaret kiriye û di her warî de herî zêde li ser Tirkiyê rawestiyaye û herî zêde Tirkiyê şermezar kiriye.    RAPOR ERÊNÎ YE LÊ KÊM E    Kanar destnîşan kir ku gelek caran daxuyaniyên CPT’iyê razber in û bi kêmasî ne û got: “Zimanek dîplomatîk bikar tîne. Bi helwestek cidî nêzî problemê nabe. Di taliyê de CPT ji wan nûnerên dewletên Ewropa ku Konseya Ewropa saz kirine ve pêk tê. Organek Ewropayê ye. Dema em li vê rapora dawî ya CPT’iyê ya derbarê Îmraliyê de dinêrin gelek erênî ye lê bes gelek bi aliyên xwe kêmasî jî hene.”    TESPÎTÊN GIRÎNG HENE    Kanar da zanîn ku CPT di rapora xwe de tespîtên girîng ên ji bo Ocalan û girtiyên li cem wî eşkere kiriye û ev tespîtên li ser tecrîdê gelek girîng in. Kanar got CPT dibêje ku hefteyekê 159 saet li Îmraliyê tecrîd heye û tenê ew girtî hefteyekê 6 saetan hev dibînin. Kanar diyar kir ku wek CPT diyar kiriye cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê dijqanûnî ne.    ALIYÊN KÊM    Kanar destnîşan kir ku gelek aliyên kêm ên raporê jî hene û divê di raporê de li ser mafên ragihandinê jî rexne bihatana kirin. Kanar got CPT’iyê di rapora xwe de ehsa astengkirina mafê telefonê nekiriye û behsa nedana weşanan nekiriye yek ji van weşanan jî Rojnameya Yenî Yaşamê ye.    BIRYARÊN PÊŞNIYAZÊ    Kanar tespîta di warê “divê rejîma guhertina înfazê” jî nirxand û got: “Gotiye divê rejîma înfazê biguhere, lê negotiye wê çawa bibe. Halbûkî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) heye û biryara pêşniyaza Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa ya ji bo rewşa girtiyan were başkirin heye. Di biryara wezîran de tê gotin hêviya azadiyê ji bo her kesî ye. Dibêjin lazim e cezayên heta hetayê di navbera 8 û 14 salan de li ber çavan werin girtin. Dibêjin heke pêwîst be divê ji nûve ceza li ber çavan were derbaskirin û pêwîst be girtî were berdan an jî cezayê wan were kêmkirin. Ev biryarên pêşniyazê gelek girîng in. Mesela CPT dikare vê biryara pêşniyazê di rapora xwe de bianiya ziman.”    ÇARESERÎ NEHATIYE DIYARKIRIN    Kanar got CPT di rapora xwe de li ser cezayê heta hetayê ranewestiyaye û ev jî kêmasiya raporê ye û gelek xisûsên li Îmraliyê hatine rexnekirin lê çareserî nehatiye diyarkirin.    ‘DIJQANÛNÎ HAT DARIZANDIN’    Kanar bal kişand ser bêhiqûqiya dema pêvajoya darizandina Ocalan û got: “Ocalan bi awayek eşkere li dijî qanûnan hat darizandin. Ev dijqanûnî û bêhiqûqiya li dijî Ocalan didome. Birêz Ocalan ji roja hatiye girtin û heta niha her tişt li dijî wî qorsanwarî pêk tê û dijqanûnî ye. Li Îmraliyê Pergala Êşkenceyê heye û ev di qanûnên navnetewî û hundirîn de jî qedex ne. Lê li dijî Ocalan pêk tê.”    ‘DIVÊ OCALAN WERE BERDAN’    Kanar destnîşan kir ku hêzên navnetewî li dijî ewqas binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê ji bo berjwendiyên xwe bêdengiyê tercîh dikin û got: “Deweletên Yekîtiya Ewropaya Nû ji sedî sed ji bo mafê mirovan sadiq nîn in. DMME jî wisa ye. Car carna têkildarî girtîgehan hin biryaran didin. Lê li ser biryarên DMME’yê jî serweriya dewletan heye. Pêwîste cezayê heta hetayê yê heta mirinê ji ser birêz Ocalan were rakirin û pêwîste biryara ji bo Ocalan li ber çavan were derbaskirin û divê were berdan.”    MA / Îdrîs Sayilgan - Erdogan Alayûmat