Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin 2020-08-24 09:02:41 MÊRDÎN – Di rapora faliyetê ya 2019-2020’an a Şaredariya Artûklû de derket holê ku qismek mezin a butçeya şaredariyê ji bo saziyên wek emniyet, MÎT, cendirme jî di nav de hatiye xerckirin û rêyên nehatine çêkirin jî wek hatine çêkirin hatiye nîşandan.    Li Mêrdînê bertîl û gendeliyên şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm û AKP’iyan de didome. Di rapora faliyetê ya 2019-2020’an Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê de hûrguliyên balkêş derketin holê. Di raporê de rêyên nehatine çêkirin wek hatine çêkirin hatine nîşandan, qadên xwe wek qadên şaredariya qeyûm hatiye nîşandan. Her wiha di raporê de hatiye gotin ku qismek mezin a butçeya şaredariyê ji bo Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê, Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê, avahiya MÎT’ê ya Mêrdînê, qijleya leşkerî, qilûbeyên cerdevanan, hin sazî û dezgehên girêdayî walîtiyê û bankayên taybet hatiye xerckirin.    ‘BUTÇEYÊ JI BO SAZIYÊN DEWLETÊ XERC KRIN E’   Bi vê raporê carek din pereyê ji bo xizmetê xelkê çawa ji bo sazî û dezgehên dewletê û bertîlxwaran tê xerckirin derket holê. Berdevkê Meclîsa Şaredariya Artûklû ya HDP’ê Mehmet Alî Amak raporê nirxand û diyar kir ku di raporê de 75 milyon lîre dahatê wek 74 lîre milyon lêçûyîn hatiye nîşandan û ev rapor û plana stratejîk a ku hatiye amadekirin naçin ber hev yanî kirin û rapor naçe ber hev. Amak da zanîn ku xebata hatiye kirin ne ji bo xelkê Mêrdînê û ne ji bo şaredariya gel hatiye kirin û wek xebatên takekes û saziyên dewletê hatiye kirin. Amak da zanîn ku di raporê de hatiye destnîşankirin ku pere ji bo esker, polîs, MÎT û bankayan hatiye xerckirin.    XIZMET NEHATIYE KIRIN   Amak anî ziman ku kar û xebata ku li gundan nehatiye kirin jî wek ku hatiye kirin hatiye nîşandan û li tu gundî xebatek bi tenê jî nehatiye kirin. Amak got di raporê de hatiye diyarkirin kul i taxek ango gundekî wek ku 23 hezar û 500 metrekare zift hatibe kirin hatiye nîşandan û dema li wî cihî lêkolîn tê kirin xuya ye ku 500 metrekare jî nehatiye kirin. Amak destnîşan kir ku ji bo kirina xizmetê hatiye gotin ku kirine lê li holê çêkirina rê û xizmetê nîne. Amak da zanîn ku wan di gengeşiyên civîna meclîsê de rewşa gundên Selaxê û Girherînê yên Artûklûyê pirsîne û şaredarê Artûklû yê AKP’ê Abdulkadîr Tutaşi di gengeşeyên meclîsê de welatiyên van gundan wek “xayînên welat” pênase kiriye û îda kiriye ku welatiyan çêkirina wan a rê astengî kiriye.    MA / Ahmet Kanbal