HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin 2020-08-24 10:37:20 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîgolû, ji bo ku Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin, pêşniyazqanûn pêşkêşî Meclîsê kir.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê Omer Farûk Gergerlîgolû, ji bo ku Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin, pêşniyazqanûn pêşkêşî Meclîsê kir. Gergerlîoglû, di pêşniyazqanûna da Meclîsê de wiha got: “Di vê pêvajoya pandemiyê de, ger piştgiriya dewletê tune be, Giresûn wê nekare birînên xwe derman bike û bi pêçe.”