Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e 2020-08-24 12:04:05 REQQA - Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdîl Hamîd El Mîhbaş, ji bo Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeya ya îro li Cenevre kom bibe got: “Wê encameke nû ji vê civînê dernekeve. Divê gel û kesên ev ax azad kirine, qanûna bingehîn a Sûriyeyê binivîsin.”   Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 9’emîn de, dewam dike. Hêzên navneteweyî û herêmî bi îdîaya wê dawî li vî şerî bînin, heya roja îro li Cenevre, Astana, Riyad, Stenbol, Tahran û Soçî gelek civîn û hevdîtin li dar xistin. Lê ji van civîn û hevdîtina tu encamek derneket holê. Di her hevdîtin û civînê de, rêveberiya xweser a nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hat paşguhkirin û nehat vexwendin. Îro jî wê 3'yemîn civîna Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê ya ku ji aliyê komên hikumeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve tên beralîkirin ve hatiye avakirin, wê li bajarê Cenevre ya Îsvîçre bê lidarxistin. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo vê civîna sêyemîn jî nehat vexwendin.    Hevserokê Melîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civîn û hevdîtinên bên lidarxistin ji Ajansa Mezopotmaya (MA) re nirxand. Mihbaş, diyar kir ku di hevdîtinên ku ew tê de tunebin de tu encameke çareseriyê dernakeve holê.    QANÛNA BINGEHÎN A SÛRIYEYÊ   Mihbaş, da zanîn ku krîza Sûriyeyê wê bikeve sala xwe 10’emîn û wiha axivî: “Çareserî pir zore. Ev demeke ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê bê amadekirin, komîteyek hatiye avakirin. Lê ev komîte gelên Sûriyeyê temsîl nake. Ev komite tenê ji hin derdoran pêk tê. Ger li welatekê pêwîstî bi avakirina qanûneke bingehîn a nû hebe, divê ev qanûn ji aliyê gelên li wî welatî dijîn ve bê amadekirin. Divê hemû beş cihê xwe di amadekirinê de bigirin. Lazimeke komite hemû gel û baweriyên Sûriyeyê temsîl bike. Lê di komîteya hatiye avakirin de, jig elek ehrêmên Sûriyeyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kes cihê xwe tê de nagire. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 5 mîlyon mirov dijîn. Lê ji vê herêmê kes cihê xwe tê de nagire. Ev nêzîkatî, li dijî biryara hejmara 2254’emîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyîn Yekbûyî di 18’ê Kanûna 2015’an de ji bo Sûriyeyê dayî, de ye. Ger gel cihê xwe di komîteyê de negirin, tu girîngiya vê biryarê namîne. Ev komite çi biryarî  bigire, bila bigire tu şansê wê yê li qadê pratîk bike tuneye.”    ÇARESERIYA RAST, KOMÎTEYEKE NÛ AVAKIRINE   Mihbaş, anî ziman ku ger di qada navneteweyî de li çareseriyê tê gerandin, divê berî her tiştî li deriye rêveberiya xwe ser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê dayîn û wiha got: “Platform û hevdîtinên em tê de cih nagirin, wê tu serketinê bi dest nexin. Em hertim ji pêşniyar û nêrînên cuda re vekirîne. Ji bilî rêveberiya xweser tu hewl dan pêş nakeve. Berê jî me ev yek bi awayekê zelal danîbû holê. Ger ev rewş wisan dewam bike, krîza Sûriyeyê wê hîn kûrtir bibe. Em ji bo hêzên navneteweyî û herêmî yên Sûriyeyê dikin pêşniyar dikin: Komîteyek nû ava bikin. Bila hemû beşên li Sûriyeyê dimînin di vê komîteyê de cih bigirin. Bila nûnertiya hemû gelên me hebe di vê komîtê de. Encex, di rewşekê wiha de çareseriyeke rast bê pêşxistin.”   ‘DIVÊ GEL QANÛNA BINGEHÎN BINIVÎSIN’   Ebdil Hamîd El Mihbaş, dest nîşan kir ku rêveberiya xweser, niha ji sêyekê Sûriyeyê bi rêve dibe û wiha bilêv kir: “Di saya têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hevparên wê de, ev yek tê kirin. Dibin banê vê rêveberiyê de Kurd, Erep, Suryanî, Tirkmen û Çerkez hene. Divê qanûna bingehîn a Sûriyeyê bi destên kesên ev ax azad kirin, bê nivîsandin. Qanûna bingehîn a bêyî van beşan bê amadekirin, ne meşrû ye û wê bi tu awayî me temsîl neke.”     KUŞTINA SEROK EŞÎRÊN LI DÊREZORÊ    Mihbaş, bi bîr xist ku li Bakur û Rojhihatê Sûriyeyê, ev demek hin alî hewl didin tevliheviyan derbixin û wiha pê de çû: “Li Dêrezorê hin bûyerên girîng diqewimin. Li vê herêmê hebûna eşîretan, serok û rêveberên êl, bîr û baweriyan hene. Wate û çandeke vê ya dîrokî heye. Van eşîran, xwestin ku bi pergala rêveberiya xweser re tevbigerin û ev pergal ji bo xwe qebûl kirin. Rejîma Sûriyeyê û dijminên vê projeye, dixwazin vê yekbûyînê tune bikin. Ji ber vê di demên dawî de, ji eşîrên Erebên li Dêrezorê, serokeşîrên Egêdad û Begara hatin kuştin û li rastî sûîkastan hatin. Tirkye, rejîma Sûriyeyê, Rûsya û îran dijminantiya vê yekitiyê dikin. Dixwazin tovên dubendiyê bixin nava gelên vê herêmê. Em gelên Sûriyeyê bi hevre dijîn. Bila baş bê zanîn ku dijmin wê tu carî nekare xwe bixwe navbera me. Emê van hemû lîstikan vale derbixin. Ez bang li dijminên rêveberiya xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim, em zanene û hûnê nekarin me li hemberî hev rabikin. Dawî li vê siyaseta xwe ya qirêj bînin. Weke rêverberiya xweser em her tim li gel gelên xwe ne. Em ê destûrê nedin ku kes destê xwe dirêjî jiyana me ya me bi hevre avakiriye bike.”    MA / Nazim Daştan