Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin 2020-08-24 12:30:59   AMED - Li Farqînê, ji ber şewba vîrûsa koronayê 2 PTT hatin girtin.    Li navçeya Farqîn a Amedê, welatiyê bi navê M.A ê di Şaxa PTT'a Navendî de weke veznedar dixebitî bi vîrûsa koronayê ket. Piştî xebatkarê veznedarê bi şewbê ket, şaxa PTT'ê ji bo heftiyekê hat girtin. Hat zanîn ku şaxa PTT'ê ya li Taxa Camî ya navçeyê jî, bi armanca bergiriyê ji bo heftiyekê hat girtin.