Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket 2020-08-24 15:07:02   STENBOL – Derket holê ku nûçegihanê Rojnameya Çagdaş a Batmanê Reşat Yîgîz bi wêneyê “Defîne Avciligi” yê nûçegihanê AFP’ê Bulent Kilç beşdarî Pêşbaziya TGC’ê bûye. Yîgîz bi wî wêneyî di pêşbaziya de bi ser ketibû.    Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyê (TGC) her sal Xelatên Serkeftina Rojnamevaniya Tirkiyê li dar dixe û îsal jî li dar xist. Desteya Rêveberiya TGC’ê derbarê Xelata Wêneyan de daxuyanî da û ragihand ku kesê Xelata Wêneyan qezenc kiriye hatiye guhertin. TGC’ê diyar kir ku nûçegihanê Rojnameya Çagdaş a Batmanê Reşat Yîgîz bi wêneyê “Defîne Avciligi” yê nûçegihanê AFP’ê Bulent Kilç beşdarî pêşbaziyê bûye. TGC’ê da zanîn ku wêne aydê Bulent Kiliç e.    TGC’ê da zanîn ku ew 41 sal in vê pêşbaziyê li dar dixin û yekem car îsal ew bi binpêkirenek ne etîk re rûbirû mane. TGC’ê ragihand ku Reşat Yîgîz di heman demê de endamê wan e û derbarê wî de lêpirsîna dîsîplînê dane destpêkirin. TGC’ê got bi daxwaza îxraca teqez Yîgîz sewqî Desteya Rûmetê kirine û ji ber vê yekê xemgîniya xwe ji raya giştî re parve kir.