Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir? 2020-08-24 15:37:39 ÊLIH – Dayika Îpek Er a di encama destdirêjiya çawişê pispor de jiyana xwe ji dest da Hakîme Kilinç diyar kir ku dîmenên merasîma keça wê ku nehiştin kes beşdar bibe ji aliyê hin kesan ve hat jêbirin. Kilinç bersiva wezîr Soylû da û got: “Cenaze yê me ye. Wê çaxê çima hûn nehatin?”   Çawişê Pispor Mûsa Orhan yê li Sêrtê wezîfe dikir desdirêjî Îpek Er a 18 salî kiribû. Er di 16’ê tîrmehê de ji ber vê sedema destdirêjiyê hewl da xwe bikuje. Er 34 rojan li nexweşxaneyek taybet a Êlihê dihat tedawîkirin û çend roj berê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îpek Er li gundê Hemdûna yê girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê hatibû veşartin û serdanên sersaxiyê jî didomin.    Dayika Îpekê, Hakîme Kilinç qala astengkirina merasîma cenazeyê keça xwe kir.    HDP ÇÛ SERDANA SERSAXIYÊ   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’a Êlihê çûn serdana sersaxiya malbata Îpek Er û bûn şîrika êşa malbatê.    Hakîme Kilinç carek din ji bo keça xwe daxwaza edaletê dubare kir. Di kêliya dayik diaxivî de lawê Hakîme Kilinç xwest dîmen girtina rojnamevanan asteng bike.    ‘BILA CANÊ WÎ JÎ BIŞEWITE’    Tevî astengiyê jî Hakîme Kilinç axivî û wiha got: “Çawa ku canê Îpeka min şewitandin, pêwîste canê wî jî were şewitandin. Ez vê dixwazim. Bikişînin ez dayika wê me. Kezeba min dişewite. Ez ji bilî Îpek kesî li ber çavê xwe nabînim. Kî tê bila were. Kîjan dewlet û kîjan partî serçavan. Kî ji bo mafê Îpek tê bila were ez derê xwe li wan nagirim. Tenê bila ji bo Îpekê tiştek bikin. Çimkî vî kesî tiştek ne baş kiriye. Xwedê heqê keça min ji wî re nehêle. Wêneyê wî belav kirine, divê tiştek têkildarî wî li dinyayê nemîne.”    XWEDÎ NEHATIYE DERKETIN    Kilinç anî ziman ku dema keça wê li nexweşxaneyê razandîbû kes lê xwedî derneketiye û pêve eleqedar nebûye û got: “Keça min 35 roj li nexweşxaneyê ma. Lê kes xwedî derneket. Çiqas bijîşkên baş hebûn divê dewletê wan bianiya nexweşxaneyê. Nedihiştin serdana keça min jî were kirin. Heta ku keça min jiyana xwe ji dest da. Divê ez li her derî hebim. Serokkomar jî were vir ez ê heman tiştan jê re bêjim.”    DÎMEN JI TELEFONÊ BIRINE    Kilinç da zanîn ku ew ê bi pêvajoya dadgehê re eleqdar bibe û got: “Min dîmenê merasîma keça xwe bi telefonê kişandibû, lê hin kesan jê biriye. Divê îro Tayyîp Erdogan jî bihata mafê me biparasta. Digotin ‘birayê wê polîs e û cenaze cenazê me ye.’ Hemin ku cenaze yê web û lê çima kesek ji we nehat vir û li ser meselê nesekinî? Min di televîzyonê de li hemûyan temaşe dikir. Çima nehatin vir neaxivîn? Min digot cihê Îpek ne ev darbest e û ji bo vê yekê ji dinyayê re ragihînim. Lê belê dîmen jê hatiye birin. Xayînek di d nava me de heye ku jê biriye. Kî jê biriye bila derkeve bêje ku çima jê biriye?”    ‘NAME NEXŞERÊYA ME YE’    Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî diyar kir ku ew ê bibin şopdarê dozê û got: “Nameya ku Îpek li pey xwe hiştiye ji bo me nexşerê ye. Em ê li cem malbatê cih bigirin û ji bo Îpek têkoşîna edaletê birêve bibin.”