KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin 2020-08-24 19:14:21     COLEMÊRG - Heyeta KCD û DBP'ê li Şemzînanê seredana esnaf û malbatan kirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya kampanyaya "Em ê bi hev re xwe rêxistin bikin, bi hev re bihêz bibin" ya HDP'ê de li Colemêrgê seredana esnaf û malbatan kirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP'ê Nûran Îmîr û Saît Dede jî di nav de heyetê seredana esnafan kir û dû re jî ya malbatan.    Heyetê piştî seredana malbata Pinar Yilmaz, Felem Aker û Omer Ferîk Tekîn ku di 14'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin û dû re hatibûn girtin kir de, bernemaya xwe ya ji bo 3 rojan a li Colemêrgê bi dawî kir.    Heyet berê xwe da Wanê û dê li Wanê hin seredana bike.