Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin 2020-08-25 09:02:07 ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê Omer Işim ê 15 salî ji ber cismekê ku li erdê dîtibû û pê teqiya bû birîndar bûbû. Wê malbata Işim, ji bo berpirsiyar bên dîtin gilî bike.  Di 3'yê Tebaxê de li gundê Serêgir ê navçeya Hezex a Şirnexê, gava Omer Işim ê 15 salî li nav erdekî nêzî gundê wan digere, li erdê cismekî dibîne. Cismê ku Işim dibîne, pê diteqe û bi giranî birndar dibe. Piştî teqînê Işim rakiribûn NExweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Bîlkentê ya Enqereyê kiribûn û piştî emeliuatê hatibû tabûrcîkirin.    WÊ CAREKE DIN JÎ EMELIYAT BIBE    Işim ku hîn jî tedawî dibe, du meh şûnde wê ji milê xwe yê çepê ve careke din emeliyat bibe.    Her wiha malbata wî jî ji bo berpirsiyar bên dîtin dê giliyê berpirsiyaran bike. Xwişka Işim Muzeyyen Işim, anî ziman ku ji ber cismên bi vî rengî heya niha gelek zarok jiyana xwe ji dest dane û got: "Hîn jî birayê min nikare bimeşe. Wê du meh şûnde cardin emeliyat bibe. Em ê li dû doza gelê xwe bin."    Işim, da zanîn ku piştî lêkolînan li cihê bûyerê û îfadeya dê bi rêya parêzerên xwe gilî bikin.    DI 4 SALAN DE 21 ZAROK MIRIN Û 45 JÎ BIRÎNDAR BÛN    DI 4 salên dawî de li Mêrdîn, Colemêrg, Amed û Şirnexê 21 zarok i ber teqînên bi vî rengî jiyana xwe ji dest dane û 45 jî birîndar bûne.