Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e 2020-08-25 09:24:06 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên piştî tên sînorê mirinê û tên berdan û wiha got: "Girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin cînayet e. Faîlê vê yekê jî dewlet e. Hin girtî hene 6 meh in neçûne nexweşxaneyê û nikarin tedawî bibin."  Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bi sedan girtiyên nexweş her ku diçe pirsgirêkên wan ên nexweşiyê zêde dibin. Bi sedan girtiyên ku nexweşiyên wan giran, bi hinceta vîrûsa corona nikarin biçin nexweşxaneyan. Gelek girtî tên sînorê mirinê û şûnde serbest têne berdan. Niha şewba vîrûsê li girtîgehan jî belav dibe û fikara malbat û parazvanên mafên mirovan zêdetir dibe. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rewşa nexweşiyên 604 girtiyan pir zêde giran e. Yên hatine tespîtkirin jî heta niha Hezar û 605 girtî nexweş in. Her çendî Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor daye girtiyan û diyar kiriye ku nikare di vê rewşê de di girtîgehê de bimîne jî dîsa bi sedan girtî nayên berdan. Li gorî guhertina Zagona Înfazê ya di sala 2013'an de divê girtiyên nexweşiyên wan giran cezayê wan bê taloqkirin. Lê niha bi sedan girtî tevî ku nexweşiyên wan giran in jî bi hinceta "Dê ewlehiya civakê têxe xeterê" nayên berdan. Li gorî daneyan di 8 mehên 2020'an de 5 girtiyên nexweş piştî hatin berdan çend roj şûnde jiyana xwe ji dest dan.    DI HEFTEYEKÊ DE 2 KES MIRIN   Di nava hefteyekê de 2 girtiyên ku dadgehê berdana wan ji bo ewlehiya civakê talûke didîtin jiyana xwe ji dest dan. Girtî piştî hatin berdan di nava çend rojan de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji kesên hatin berdan û piştre ji yanaxwe ji dest da, Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Cihanê yê Uşakê a bi KHK'ê hat girtin Mevlut Oztaş bû. Oztaş, li girtîgehê bi nexweşiya pençeşêrê ket. Li ser rapora ATK'ê di 26'ê Hezîrana 2020’an de berdan. Ji ber nexweşiya gurçikê ya Oztaş hebû û dermankirina wî taloq kirin, Oztaş di 19'ê Tebaxa 2020'an de jiyana xwe ji dest da. Yek ji girtiyên din ê jiyana xwe ji dest da jî derhêner Fatih Terzîoglu bû. Terzîoglu jî piştî Oztaş çar roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Terzioglu ku bi pençeşêra mahdê ketibû di 11'ê Tirmeha 2020'an de berdan û mehek şûnde jiyana xwe ji dest da.    KAYA DI SÎNORÊ MIRINÊ DE BERDAN    Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de bû, di 20'ê Gulanê de hat berdan. Lê roja hat berdan jiyana xwe ji dest da. Girtî Erdînç Tulay ê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê jî li gel rapora ATK’ê nehat berdan. Erdinç Tulay piştî hat berdan di 4'ê Tîrmeha 2020'an de jiyana xwe ji dest da. Girtî Medeni Arifoglu jî ji ber dereng hat berdan piştî hat berdan di 25'ê Çileya 2020’an de ji yana xwe ji dest da.    GERGERLÎOGLU: HER MIRINEK CÎNAYETEK E    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Faruk Gergerlîoglu  bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ku piştî tên berdan û jiyana xwe ji desk didin wiha got: "Sedema girtiyên tên berdan û jiyana xwe ji dest didin, berdana derengmayî ye. Ev mirin cînayet bi xwe ye. faîlê wê jî dewlet e. Piştî pandemiyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Pirsgirêk pergalî ye. Herî zêde girtî û malatên girtiyan serî li komîsyonê didin. Girtî piştî tên sînorê mirinê wan serbest berdidin. Ev pirsgirêk berê jî hebûn. Lê bi taybetî piştî sala 2016'an û îlankirina OHAL'ê ev pirsgirêk zêdetir bûn. 5 hezar û 665 kesan serî li komîsyonê dan. Ji wan 4 hezar û 518 kesên serî li komîsyonê dan girtî ne. Girtî tên ber sînorê mirinê û piştre wan berdidin. Girtî li ber çavan jiyana xwe ji dest didin."    Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî sedema mirinê wekî guhertina xala 16'an a zagona hêjmar 6511'an ku di 24'ê 2013'an de pêk hat pênase kir. Çevirmen,  da zanîn ku piştî di zagonê de guhertin çêbû xala "Gefa li dijî Ewlehiya civakê" lê zêde kirin û bi sedan girtî ji ber vê xalê nayên berdan. Çevirmen destnîşan kir ku ji ber vê xalê li gel rapora ATK’ê girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: "Li gel rapora ATK'ê bi dehan girtî nayên berdan. Lê ji ber rayedar vê hêjmarê bi mere parve nakin ev hêjmar a rastîn nayê zanîn. Dîsa gelek girtiyên ku nexweşiyên wan giran in jî ATK raporê nadin wan. Divê binpêkirina mafan a li girtîgehan bi dawî bibe û divê bi lez girtiyên nexweş serbest bêne berdan.    MA / Emrullah Acar