Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye 2020-08-25 11:02:19 MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Haşîm Gezer ê di Girtîgeha Xarpetê de, diyar kir ku dibin tecrîdê dene. Xwişka wî ya li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê Garîbe Gezer a nexweşîna astimê jî got, paqijî nayê kirin û dermanên wê nayin dayîn.    Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpetê dimîne Haşîm Gezer (40) û xwişka wî ya li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê dimîne Garîban Gezer (27) a nexweşîna astimê, di hevdîtinên telefonê yên bi malbata xwe re kirin de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn vegotin. Xwişka her du girtiyan Asya Gezer, diyar kir ku birayê wê Haşim Gezer berî 2 salan sîrgûnê Girtîgeha Xarpetê hat kirin û bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê girtin.    LI XERPETÊ TECRÎD HEYE    Gezer, derbarê hevdîtina bi birayê xwe re kir de, ev agahî dan: “Ji ber lêdanê parsûyên hatin şikandin û bi mehan nehat emeliyat kirin. Birayê min ji bo rewşa xwe wiha got, ‘Ji xwe em berê jî dibin tecrîdê de bûn. Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, ev tecrîd hat girankirin. Tu bernameyake civakî tuneye û hemû hatine qedexekirin.’ Ev 8 mehin me ne çûne hevdîtina birayê min. Me nekarî em biçin. Ji bo hevdîtinê me daxwazname da. Ger ev serlêdana me bêqebûlkirin, em ê karibin biçin hevdîtinê. Berê me bi PTT’ê kinc ji bo wî dişandin. Lê niha rayedarên girtîgehê kargoyan jî, qebûl nakin. Ev rewş wê heya kengî dewam bike em nizanînin.”    LI QEYSERIYÊ ZEXT ZÊDE BÛN    Asya Gezer, da zanîn ku xwişka wê Garîbe Gezer a nexweşîna astimê jî, jê re got li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Qeyseriyê zextên li ser wan zêde bûne û tiştên xwişka wê jêre gotin, wiha vegot: “Di vê pêvajoya nexweşiyê de, bi awayekê rast û dûrist paqijî nayê kirin. Amûrên paqijiyê nadin me. Dema paqijî tê kirin jî, ji ber ku behna amûrên paqijiyê pir girane, ez nikarin nefesê bidim û bistînim. Ez zehmetiyan dikêşim. Di heftiya dawî de min ji kantînê amûr kirîn, lê dîroka bi kar anîna wan derbas bibû. Ger me di kêliya dawî de ferq nekiriba emê bi jehrî biketan.”    Gezer, da zanîn ku di canê xwişka wê de birîn der bûne û wiha got: “Ji bo ku ev birînên wê bên girtin divê dermanan bi kar bîne. Lê rayedarên girtîgehê derman nadiyê. Dîsa ji ber ku pencereya qawîşa wan pir tengek, hewayê nade û nastîne.”    Derbarê mijarê de, me li her du girtîgehan geriya û ji me re gotin hûn dikarin agahiyê ji Serdozgeriya Komarê bigirin, ew nikarin agahî bidin.