Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê 2020-08-25 11:03:14 ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de bang li rayedaran kir û got: “Divê Wezerî Dadê înîsiyatîfa xwe bixe dewrê.” Endamên Komeleya Hiqûqzanên Hemdem (ÇHD) parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ji bo darizandina adilaen di rojiya mirinê de ne û rewşa wan girantirîn bûye. Heta niha daxwaza wan ji aliyê rayedarên darazê ve nehatiye qebûlkirin. Parêzvanên mafê mirovan ji bo Tîmtîk û unsal bang kirin û xwestin demildest werin berdan.    'DI BIN DU XETEREYAN DE NE’    Endama Desteya Rêveberiya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk Selma Gungor diyar kir ku rewşa parêzeran nebaş bûye û ew bi xetereyek mezin re rûbirû ne. Gungor got hem ji ber vîrûsa koronayê û hem jî ji ber rojiya wan a mirinê du car xeter bi xwe re tîne. Gungor da zanîn ku tevî rapora “nikarin di nexweşxaneyê de bimînin” a Saziya Tiba Edlî jî Tîmtîk û Unsal nayên berdan û mudaxeleya li nexweşan li dijî mafê nexweşan e. Gungor got ew ji bo rewşa Tîmtîk û Unsal bang dikin ku rayedar demildest gav biavêjin.   ‘LAZIM E JI BO ÎRADEYA WAN HURMET HEBE’    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî da zanîn ku mafê jiyanê beriya her tiştî tê û wiha got: “Lê em viya baş dizanin, ev grev ji bo rewşa girtîgehan û rewşa darazê çalakiyek protestoyê ye. Lazim e li hember îradeya çalakgerên rojiya mirinê hurmet were nîşandan.”    ‘DIVÊ WEZÎRÊ DADÊ ÎNÎSIYATÎFA XWE BIXE DEWRÊ’    Turkdogan anî ziman ku perensîbên darizandina adilane hatine tekbirin û got: “Me di roja 200’emîn a greve de bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anî û me derbarê rewşê de wan agahdar kir. Lê belê tevî rapora Saziya Tiba Edlî jî ku dibêje nikarin di girtîgehê de bimînin jî lê Dadgeha Stenbolê bi israr wan berneda. Em jî dibêjin pêwîste Wezareta Dadê di vê mijarê de înîsiyatîfa xwe bikar bîne û bikeve dewrê. Me ji helwesta Dadgeha Bilind jî fêm nekiriye. Di rewşek wiha de tişta ku bê kirin ew jî divê demildest werin berdan. Em ê zextan li ser wan bikin ku bikevin tevgerê. Pêwiste raya giştî jî ji bo parêzeran bi hestiyar tevger bike. Ez dikarim bêjim neberdana wan û nepejirandina daxwaza wan cot standartiya daraza Tirkiyê ye.”    HER KÊLÎ BER BI MIRINÊ VE DIÇIN    Seroka Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Enqereyê Şevîn Kaya jî destnîşan kir ku heke ev dewlet hiqûqê diparêz e divê ji bo hiqûq û edaletê tişta pêwîst bike û ji bo jiyana Tîmtîk û Aytaç êdî kêlî jî girîng bûne. Kaya da zanîn ku her du parêzer ji bo tesîskirina edaletê bang dikin û ew bang dikin ku hevpîşeyên wan demildest werin berdan û divê bê zanîn ku her kêliya diçe ew nêzî mirinê dibin.    MA / Eylem Akdag