Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2020-08-25 12:07:21   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 mehan di navbera 2’ê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.    Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve, parêzeran 99 caran serlêdan kirin, lê ne bi erênî ne jî bi neyînî serlêdan nayên bersivandin.