Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin 2020-08-25 14:38:49 WAN - Hevserokê DKC’ê Berdan Ozturk, gotinên “Jehr jî be em ê vexwin” ên Erdogan di dema pêvajoya çareseriyê gotin bi bîr xist û got: “Faşîzma AKP û MHP’ê, di hilbijartinan de digotin, ‘emê azadiyê bînin’, ‘Jehr jî be emê vexwin’ û ‘Em ê pirsgirêka kurd çareser bikn.’ Jehra ku digotin em ê vexwin, îro bi hemû mirovayê dan vexwarin.” Şandeya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî di nav de, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, piştî serdanên xwe yên li Colemêrgê, derbasî Wanê bûn. Şandeya ku dest bi serdana xwe ya Wanê kir, wê sê rojan bernameya xwe dewam bikin. Şandeyê, di civîna xwe yê bi gel re ya li rêxistinê navçeya Artemêt a HDP’ê de, derbarê pêşniyar û rexneyên hatin kirin û pêşketinên heyî de nirxandin kirin.    ‘BI MIROVAHIYÊ DAN VEXWARIN’   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li vê derê axivî û wiha got: “Li dijî şerê heyî, pêdivî bi rê û rêbazek nû heye.” Ozturk, gotinên “Jehr jî be em ê vexwin” ên Erdogan di dema pêvajoya çareseriyê gotin bi bîr xist û wiha bilêv kir: “Faşîzma AKP û MHP’ê, di hilbijartinan de digotin, ‘emê azadiyê bînin’, ‘Jehr jî be emê vexwin’ û ‘Em ê pirsgirêka kurd çareser bikn.’ Jehra ku digotin em ê vexwin, îro bi hemû mirovayê dan vexwarin.”   Ozturk, dest nîşan kir ku pirsgirêka gelê kurd bi şer, koçberî û kuştinê nayê çareser kirin û wiha pê de çû: “Kurdekê bê vîn, kole û bêdeng dixwazin. Faşîzma AKP û MHP’ê berê digotin, ‘kurd xwişk û birayên me ne.’ Niha jî dibêjin ‘xwişk û birayên me yên eslê xwe bi kurd.’ Tenê ev gotin jî, hişmendiya wan datîne holê. Îro çeteyên xwe dişînin Lîbyayê. Dixwazin Osmanîtiyê li wê derê pêş bixin. Dîsa îro li Başûrê Kurdistanê bi KDP’ê re, şer dikin. Bila gelê me hişyar be, derdê wan ne PKK ye. Tirkiye, Îran û Sûriye hatine gel hev û ji bo gelê kurd nebe xwedî statü hevdîtinan dikin û li dijî vê yekê derdikevin. Lê bila baş bê zanîn gelê kurd jî wê li dijî dijmên xwe bên gel hev û yekitiya xwe ava bike.”    'VÎNA GELÊ KURD DIBIN TECRÎDÊ DEYE’   Ozturk, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan her ku kurtir dibe, gelên li Tirkiyeyê jî tên tecrîdkirin. Niha vîna gelê kurd dibin tecrîdê de digirin. Heya ku tecrîd neyê şikandin û yekitiya neteweya kurd ava nebe, faşîzma heyî wê dewam bike. Ji ber vê yekê bêyî kurd dem winda bikin, divê bên gelhev û yekitiya xwe ava bikin.”   PERGALA KCD’Ê   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, mafê axaftina girt û wiha got: “Kes baweriya xwe bi pergala Tirkiyeyê nayîne. Ev pergal li ser yek rengî û yek zimanî hatiye avakirin. Ocalan li dijî vê pergalê, pergalek alternatîf ava kir. Lê dewlet dixwaze vê pergalê tune bikin. KCD jî, vê pergalê pêşkêş dike. Dewlet ji bo cihê xwe saxlem bike, partiyên kurdan, sazî û dezgehên kurdan ji bo xwe weke gef dibîne. Lê bila baş bê zanîn pergala KCD’ê li dijî pergala Tirkiyeyê jehrkuje.”    BANGA TÊKOŞÎNÊ    Aydenîz di dawiya axaftina xwe de wiha  got: “Jin û ciwan çiqas têbikoşin, wê dewlet ewqasê paşve biçe. Divê em xebat û têkoşîna xwe dewam bikin. Em çiqasê têkoşîna xwe dewam bikin, emê ewqasê pêş de biçin.”