Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur? 2020-08-25 15:47:27 STENBOL – Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, têkildarî ferzkirina sîxuriyê ya li Nûçegîhanê Amedê Cengiz Anil Bolukbaş, bang li Wezîrê Karên Hundir û Waliyê Amedê kir û got: "Kî dixwaze nûçegîhanê me bibe sîxur?"  Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, têkildarî ferzkirina sîxuriya li Nûçegîhanê Evrenselê yê Amedê Cengiz Anil Bolukbaş daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li Wezîrê Karên Hundir û Waliyê Amedê kir.  Polat, diyar kir ku di 24'ê Tebaxê de li Amedê 3 kesên xwe wekî endamên îstîxbaratê dan nasîn, ji nûçegîhanê wan Bolukbaş xwestine bibe sîxur û wiha got: "Hevalê me aşkere ev yek red kir. Lê li gel vê yekê. kesên navborî bi israr xwestin hevalê me bibe sîxur û piştre gef lê xwarin. Ew kes li xwe mikur tên ku nivîsên Cengiz Anıl Bolukbaş û rojnameyê bi rêk û pêk dişopînin.  Polat bang li Wezîrê Karên Hundir û Walîtiya Amedê kir û xwest van kesan ronî bikin. Polat anî ziman ku ew kes kîne û got "Em ê têkildarî mijarê gavên pêwist bavêjin."