Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da 2020-08-25 17:02:06   AMED - Ajokarê Dolmîşê Ahmet Çelîk ê 42 salî, ji ber vîrûsa korona (Kovî-19) jiyana xwe ji dest da.    Ajokarê Dolmîşê Ahmet Çelîk ê 42 salî ê ku li ser xeta dolmîşê dixebitî di 18’ê Tebaxê de ji ber aciz bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Li vê derê testa vîrûsa koronayê ya Çelîk pozîtîf derket û rakirin beşa lênêrîna awarte. Çelîk piştî hefteyekê duh êvarî jiyana xwe ji dest da.   BÊ TEDBÎR CENAZE VEŞARTIN   Malbata Çelîk cenazeyê lawê xwe ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîla Amedê wergirtin û li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana a Amedê defin kir. Hat hîn bûn ku dema cenaze wergirtin û definkirinê tu tîmên taybet ên veşartina cenaze tune bûn.