Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema 2020-08-25 17:02:39 STENBOL – Hevpîşeyên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne carek din daxwaza edaletê qîr kirin û hat diyarkirin ku ji bo her du parêzeran dem nemaye.  Kordînasyona Ji Parastinê Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo darizandina adilane di rojiya mirinê de ne, li ber Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya xwe domandin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankart hatin vekirin û wêne û dovîz hatin hildan.    DEM NEMAYE    Sekrtera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Nesrîn Tûba Aslan axivî û diyar kir ku tekane armanca wan ew e ku Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal bidin jiyîn û tevî ku rapora nikarin di hepsê de bimînin jî nayên berdan û ev yek nayê qebûlkirin. Aslan got rayedar bi awayek xemsar li çalakiya Tîmtîk û Unsal dinêrin û êdî dema wan nameye û pêwîste adgeh ji bo wan demildest gav biavêje û biryar bide.    Parêzer Severay Balikaya jî jî axivî û got çalakiya hevpîşeyên wan li dijî binpêkirina mafan û desterkirina mafan e û li dijî vê jî têkoşînek edaletê ye.