24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine 2020-08-25 20:00:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 502 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 502 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 261 hezar û 194 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 6 hezar û 163.