Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin 2020-08-25 20:13:35     AMED - Dadgeha Ceza ya Sulhê Hevseroka HDP’a Rêzanê Fatma Kavmazê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girt û wê şand girtîgehê.    Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4’emîn a Amedê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Rêzanê Fatma Kavmazê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girt û ew şand Girtîgeha Jinan a Amedê. Hat hîn bûn ku polîsan duh saet di 11.00’an de telefonî Kavmazê kirine û jê re gotine ‘teblîgateke te heye’ û xwestine navnîşana xwe ji wan re bibêje.    Bi dû re polîs çûne mala Kavmazê û ew binçavkirine. Hat diyarkirin ku Kavmaz, ji ber dosyayeke der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), şînên ku li ser navê partiya xwe beşdar bûyî, kongreya partiya xwe ya Amedê û guhdarkirinên telefonê yên 6 mehan de hatiye binçavkirin. Piştî ku polîsan îro îfadeya Kavmazê girtin ew şandin dozgeriyê û dozger jî bêyî ku îfadeya wê bigire, bi daxwaza girtinê ew şandiye Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4’emîn a Amedê.    Dadgehê jî Kavmazê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girt û ew şand girtîgehê.