Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê 2020-08-26 09:04:20 AMED - Cenazeyê Bariş Bardakçi ê HPG’î, ji ber ku dozger bi destûr e, ligel ku encama DNA’yê diyar bûye jî, nadin malbatê.  Cenazeyê Bariş Bardakçi (Brûsk Amed) ê HPG’î ku 31’ê gulana 2020’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabû, ji ber ku dozger bi destûr e ligel diyarbûna encama DNA’yê jî radestî malbata wî nayê kirin. Li gorî agahiyên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Ya Ji Bo Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), piştî Malbata Bardakçi pê dihese ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, di 10’ê Tîrmehê de diçe navçeya Çelê ya Colemêrgê û serî li dozgeriyê didin û dûre testa DNA’yê xwînê dide.    ‘EM NIKARIN CENAZEYÎ BIDIN’   Serdozgeriya Komarê ya Çelê , di 11'ê tebaxê de li malbatê digere û ji wan re dibêje ‘Encama testa DNA’ya we diyar bûye. Em dosyaya we dişînin Colemêrgê. Heta hefteyekê wê bigihêje Colemêrgê û hûnê karibin cenazeyê xwe ji Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê bigerin.” Malbat jî, li ser vê yekê piştî hefteyekê ji bo ku cenazeyê kurêxwe bigire, li Dozgeriya Colemêrgê digere. Rayedarên dozgeriyê jî ji malbatê re dibêjin ‘Ji ber ku dozger bi destûr e hûn nikarin cenazeyî bigirin, dozger jî wê piştî betlaneya ediyê dest bi kar bike.' Hat hîn bûn ku dozgeriya nobedar jî, ji gotiye, ji ber dosyaya malbatê ne li gel wane, ewê nekarin cenaze bidni malbatê.      Malbat ji bo ku cenazeyê kurê xwe yê li Goristana Bêkesan a Colemêrgê hatiye definkirin bigire, serî li MEBYA-DER’ê da.