Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye 2020-08-26 09:05:14 RIHA – Wexta berhevkirina îsota bi nav û deng a Rihayê dest pê kir.  Gava behsa Rihayê tê kirin, ji tiştên ewilî tê bîra mirov yek jê jî îsota wê ye. Li gorî daneyên TUÎK'ê yên sala 2019'an par 240 hezar û 265 ton îsot hatiye berhvekirin û ji vê îsotê 103 hezar û 803 ton li Rihayê hatiye berhevkirin. Îsota tê berhevkirin dawiyê tê hûrkirin û pê salçe tê çêkirin.   Mîkaîl Taş, li Taxa Kûrtûlûş a Bêrecûkê li ber mala xwe atolyeyek çêkiriye û li v atolyeyê îsotê hûr dike û salçeyê çêdike.    Taş, behsa çêkirina salçeya îsotan kir û got, ewilî bizirê nava îsota dineqînin û dû re îsotan li ser banê xênî li ber tavê radiin. Taş got: "Paşê em wan li makîneyê dixin û dixin qofeyan. Wan qofeyan jî dibin ser banê xênî dibin ber tavê. Du rojan li ber tavê dimîne û dû re em zeytê û xwê lê dikin."    Taş, îdia kir ku îsot ji bo nexweşîna pençeşêrê û nexweşîna şekir û tansiyonê baş e û got: "Wekî jehrkujê ye. Tu têxî nava kîjan xwarinê, ew xwarin xweş dibe. Em kîloya wê bi 40-45 lîreyan difiroşin. Em nêzî 10 ton îsot hildiberînin. Heger daxwaza zêde be em zêdetir hildiberînin. Heya li Stenbol, Îzmîr, Antalya û Eskîşehîrê jî kiroxên me hene."    Taş, diyar kir ku ew û malbata xwe vî karî dikin û îsota ku çêdikin tu tiştî tevlê nakin. Taş, derpêş kir ku îsota li hin fabrîkeyan tê çêkirin di navê de boyax heye û got: "Gava tu îsotê têxî nava avê, çi tevlê hatibe kirin diyar dibe. Divê mirov îsota malê bi kar bînin."