‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’ 2020-08-26 11:37:42 AMED – Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ya berê gotibû dê Mûsa Orhan were berdan bal kişand ser daxuyaniyên Sûleyman Soylû û got: “Me di daxuyaniya Soylû de fêm kir ku wê Mûsa Orhan were berdan.” Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca duh gotibû ku wê çawişê pispor Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kir û bû sedema kuştina wê dê were berdan. Piştî hişyariya Ûca çend şûn ve Mûsa Orhan ji aliyê dadgehê ve hat berdan.    HÊJ SERSAXÎ DIDOME LÊ EW HAT BERDAN    Ûca bi bîr xist ku Çawişê Pispor piştî întîharê hatibû binçavkirin û berdan û bal kişand ser daxuyaniya “cenazeyê me ye” ya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû. Ûca derbarê vê yekê de wiha got: “Piştî daxuyaniya Soylû me fêm kir ku wê Mûsa Orhan were berdan. Ji bo hêrsa xelkê sist bikin tecawizkar hat girtin. Piştî demek kurt hêj di demek ku sersaxiya Îpekê didomin hat berdan. Berdana Mûsa Orhan peyamek ji bo jinan e. Ev dewama konsepta tecawizê ye.”   ‘DAXUYANIYA SOYLÛ ÎTÎRAFEK E’    Ûca destnîşan kir ku rayedarên dewletê ku xemsar nêzî kuştina Îpek Er bûn niha jî tecawizkaran diparêzin û got: “Soylû dibêje ‘cenazeyê me ye.’ Lê ji bo girtina Mûsa Orhan nakeve nava hewldanekê. Di esasê xwe de ev îtîrafek e. Berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Ne ji bo girtina wî ji bo berdana wî dixebitin. Tevî hemû hêrsa gel û nerazîbûna partiya me û tevgera me ya jinan tecawizkar hat berdan.”