YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye 2020-08-26 11:39:35   ŞENGAL - Fermandariya YBŞ'ê, êrîşa Tirkiye ku şevê din bi SÎHA li dijî Şengalê pêk anî şermezar kir û got: "Yên ku van êrîşan plan dikin û pêk tîne MİT’a Tirk, Parastin, kes û hêzên hevkar yê heremî ne. Ger îro ev êrîş pêk tên, em pir baş dizanin kesên ku bi parastinê re hevkartiyên qirêj pêk anîne û bi agahiyên îstixbarata van ve pêk tê."     Şevê din Tirkiyeyê bi SÎHA êrîşî Şengalê kir. Têkildarî êrîşa duh a SÎHA, Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê wiha ye:    "Di salvegera qetlîama 3’ê Tebaxa 2014’an, qetlîama li gûndên Tilezêr, Sîba û Koço de dewleta faşîst a Tirk di van rojan de ku hêjî şehîdên van qetlîama dihatin bi bîranîn bi balafirên SİHA ve dû êriş pêk anîn. Ne ji êrîşa 23 Tebaxa 2020’an ne jî ji êrîşa dûh yanî 25 Tebaxa 2020’an encam ne girtin.   TIRKIYE DIXWAZE BI VAN ÊRÎŞAN FERMANA 2014'AN BI ENCAM BIKE    Ev yek dide nişandan ku dewleta Tirk li hemberî qada me a Şengalê konseptek nû daye destpêkirin. Dewleta Tirk bi van êrîşan ve dixwaze fermana 2014’an bi encam bike. Çawa ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAİŞ’ê ve dixwastin qetlîama pêk bînin, îro jî yên ku van êrişan pêk tînin, hêzên ku plana 3’ê Tebaxa 2014’ân xistine meriyetê ne. Yên ku van êrîşan plan dikin û pêk tîne MİT’a Tirk, Parastin, kes û hêzên hevkar yê heremî ne. Ger îro ev êrîş pêk tên, em pir baş dizanin kesên ku bi Parastinê re hevkartiyên qirêj pêk anîne û bi agahiyên îstixbarata van ve pêk tê. Di her dû êrişên ku van rojên dawiyê pêk hatin de him hêzên me him jî gelê me yê medenî hatine hedef girtin. Tişta ku bi van êrîşan armanc dikirin encam ne girtiye, lê li cîhê lêdanê şewat çêbuye. Em wek hêzên YBŞ’ê dibêjin em ê armanca van êrîşan vale derbixînin. Heya ku gelê me bigihîje azadiya xwe, bi mezintir têkoşînkirinê ve wê meşa xwe ya azadiyê berdewam bike. Em dibêjin heya em vê têkoşîna xwe bi serkeftinê re tacîdar dikin wê bi bîryarderiyek mezin ve berxwedaniya me bi mezintir wê berdewam bike.    YBŞ Û YJŞ LI GORÎ ZAGONA IRAQÊ HÊZÊN FERMÎ NE   Taybet di vê pêvajoya dawî de Serokê Hiqûmeta Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniyekî xwe de gotûbû ‘Şengal ne fermî ye, li hemberî qanûnan rastereye’. Hêzên YBŞ û YJŞ li gor qanûna Iraqê hêzên fermî yên tevdigere ye. Eger hêzekî ne qanûnî hebe, ew jî gotinên Nêçîrvan Barzanîne herwuha dewleta faşîst a Tirk û saziyên MİT’a Tirk anîna axa Iraqê ye. Bi cîh kirina dagirkeriyê li baragehên Başîqa û pir cîhên ku di axa Iraqê de ne. Bi van baragehan ve axa Iraqê dagirkirin e. Hêzên ne qanûnî, barageh û saziyên îstîxbaretê ya MİT’ê ne. Yê ku ev hêzên dagirker anîne axa Iraqê û Başurê Kurdistanê dagir dikin û fermî tevnagere Nêçîrvan Barzanî bi xwe ye. Yên ku girêdayî dewleta Iraqê nînin û bi ti awayî fermiyeta wan nîne leşkerên Tirk, MİT’a Tirk û çeteyên Roj in. Ji xwe di pêvajoya dawî de bi destên MİT’a faşîst yê Tirk, di êrîşên hewayî de yek fermandarê HPG û dû fermandarên Iraqê şehîd xistibûn. Bi êrîşên dewleta Tirk ve ji gelê me yê Başûr bi dehan kes qetil kirin, bi dehan gûnd talan kirin û dixwazin gelê me li ser axa wan bidin koç kirin.  Tiliya Parastin û Nêçîrvan Barzanî di bingeha van şehadetan û bûyeran de heye. Daxûyaniyên Nêçirvan Barzanî yê bi vî awayî jî, reva kirina êrîş û dagirkirina dewleta faşîst ya Tirk ya li ser axa Başurê Kurdistanê û Irakê ye. Hevkartiya Nêçîrvan Barzanî û Parastinê ya ku bi dewleta faşîst a Tirk re pêkhateye. Dewleta dagirker û faşîst a Tirk xistin axa Başurê Kurdistanê de bêkarî û belengazî pêşket. Warê siyasî û aborî de alozî pêşket. Ev şêwaza polîtîqayê qirêj ên dewleta Tirk in. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirk bi xwe re vê tîne.  Di serî de divê gelê me û ciwanên me yên Başurê Kurdistanê daxûyanîyên bi vî rengî yên Nêçîrvan Barzanî ji bo kê xizmet dike, baş bibîne û li kêleka hêzên ku ji bo gelê xwe, axa xwe têkoşîn dikin de cîh bigirin. Em ji bona vê yekê bang li gelê xwe dikin. Yên ku bi Parastinê re hevkartiyê dikin bila dest ji vê yekê berdin. Ji ber ku niha Parastin wek saziya MİT’a Tirk tevdiger e. Pêwîste gelê me baş bizanibe ku MİT’a Tirk dijminê gelê me yên dîrokî ne. Di dîrokê de li hember gelê me gelek qetlîam û êrîş pêk anîn e. Ji bona vê jî yên ku di nav hevkartiya MİT û Parastin’ê dene, bila dest ji hevkartiyê û îxanetê berdin. Bi MİT û Parastin’ê ve ti tişt nayê dest xistin. Ji bona vê jî em bang li yên ku di nav vî hevkartiyê de ne li malbatê wan dikin. Xwedî li zarokên xwe derkevin û zarokên xwe ji vê hevkartiyê xilas bikin. Wekî din em ji encaman ku derkevin ne berpirsiyar in. Di çarçoveya daxûyaniyên mezinên eşîran, oldaran û malbatê me de li ser esasê vegera ser axa xwe ve bila di têkoşîna azadiya xwe de cîh bigirin. Hêza ku ji keç û xortên Êzidxanê pêk hatiye, wek YBŞ û YJŞ’ê re piştevanî bikin. Pêwîste bizanibin ku êrîşa li ser YBŞ’ê, êrîşa li ser Êzidatî û Êzidxanê ye.    Ev hêz, ji ber dizanin bi van êrîşan encam nagirin, ji bo ewlehî û aramiya Şengalê xirab bikin, gelê me û hêza gel dikin armanç. Yên ku bi destê DAİŞ’ê nekarîn pêk bînin, hêzên ku hevkartî dikin di armanca demografiya Şengalê xirab bikin de ne. Vê yekê çawa doh li Efrînê pêk anîn, îro jî dixwazin li Şengalê pêk bînin. Ev jî armanca MİT’a Tirk û yê wek wê tevdigere saziya Parastinê ye. Yê ku bi wan re hevkartî dikin pêwîste di ferqa van armanca de be. Ji ber ku Şengal nabe wek Efrîn, ji bo wê ji bila dest ji vê îxanetê berdin. Yên ku di nav vê hevkartiyê de ne pêwîste vê baş bizanibin; Bi dewleta Tirk a faşîst re kar kirin, tê wateya li hember ol, ax, dîrok, çand, armanc û azadiya xwe îxanet kirin e. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst li hember gelê me pir caran ferman, qetlîam û êrîş pêk anîn û xwestin gelê me tine bike û ola me ji dîrokê rake. Pêwîste ti kes vê yekê ji hişê xwe dernexe û dîroka xwe ji bîr neke. Ji ber ku yên dîroka xwe ji bîr bike siberoja xwe û hêstên xwe jî ji bîr dike. Ji bona vê jî em carek din dûbare dibêjin yên ku di nav hevkartî û îxanetê de ne, bila dest ji van lêgerînan berdin. Ji ber ku yên dibin hevkarê van êrîşên li ser gel û hêzên me de pêktînin wê teqez hesabê ji bidin.    Fermandariya YBŞ."