Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike 2020-08-26 13:47:27 ÊLIH – Parêzerê malbata Îpek Er, Îlyas Tarim diyar kir ku Mûsa Orhan ne li ser biryara dadgehê hatiye berdan û got: “Li şûna ku dadgeha bilind biryarê bide Dadgeha Sêrtê bi lez û bez ketiye tevgerê û biryara berdanê daye.”  Li gundê Hemdûna yê girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê Îpek Er a 18 salî di encama destdirêjiya Çawişê Pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî. Çawişê Pispor hatibû girtin lê ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve duh bi şev hat berdan. Piştî berdana Orhan carek din hêrsa li dijî berdanê di nava xelkê de zêde bû. Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê li dijî berdana Orhan îtîrza 2’yemîn Dadgehê Cezayê Giran a Sêrtê kir, lê dadgehê îtîraz red kir. Hem parêzerên malbata Îpek Er û hem jî Baroya Sêrtê wê li dijî biryara dadgehê îtîraz bikin.    BIRYAREK SIYASÎ YE GELO?    Parêzerê malbata Îpek Er, Îlyas Tarim ji ajansa me re diyar kir ku Îpek Er beriya xwe bikuje îfadeya wê ewil hatiye girtin û bêyî parêzer pêk hatiye û wiha got: “Îpek tevî di îfadeya xwe de gotiye ‘ez êdî îdare nakim, ez ê xwe bikujim’ jî Dadgeha Sêrtê dibêje ‘Rizaya Îpek hebûye’ û biryar dide. Ev çawa mimkin e gelo? Dadgehê tenê îtîraza parêzerê Orhan nirxandiye yanî bêyî me dosyeyê nirxandiye û biryarê daye. Biryar bi lez û bez hatiye dayîn. Ev li dijî hiqûqê ye. Ev biryar ne li ser erk ango rayeya dadger pêk hatiye. Li şûna ku dadgeha bilind biryarê bide Dadgeha Sêrtê bi lez û bez ketiye tevgerê û biryara berdanê daye. Em rewş û mijarên wiha dilê civakê xemgîn dike û rastî hêrsa gel tê.”   ‘EM Ê ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ BIKIN’    Tarim da zanîn ku piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû her tişt li ber çavan raxistîne û got: “Li gorî parêzerê Orhan girtina tecawizkar binpêkirina mafê mirovan e. Baş e lê tişta ku hatiye serê Îpek Er çi ye û tê çi wateyê? Em ê bêdeng nemînin û li dijî biryarê îtîraz bikin.”