Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin 2020-08-26 15:10:40 AMED - Nûnerên rêxistinên rojnamegeran û serokên baroyan bertek nîşanî ferzkirina sîxuriyê ya li Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cengiz Bolukbaş dan. Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, bertekên xwe anîn ziman û got: "Hemû hempîşeyên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên tawanbarkirin. Xebatên rojnamegeriyê wekî sûc tên terorîze kirin."  3 kesên xwe wekî endamên îstîxbaratê dan naskirin di 24'ê Tebaxê de Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cengîz Anil Balukbaş binçav kirin û gef li wî xwarin. Endamên îstîxbaratê zor lê kirin ku bibe sîxur. Li dijî vê yekê nûnerên rêxistinên rojnamegeran bertekên xwe anîn ziman. Nûneriya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bertekên xwe anîn ziman. Di daxuyaniyê de Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşcier, Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetin, Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş û gelek kesên din amade bûn. Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, anî ziman ku kesên xwe wekî polîs dan nasîn, nîşan didin ku di şexsê Bolukbaş de dê di demên pêş de li dijî hemû pempiyên me derkeve holê û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin xebat û karên çapemenî û rojnamegeriyê wekî sûc îlan bikin û terorize bikin. Ji roja AKP di 2002'an de hatiye ser kar heta niha pîşeyê rojnamegeriyê wekî “terorist” dibînin. Li dijî rojnamegerên ciwan bi vê nêzîkatiyê pîşeyê rojnamegeriyê wekî sûc nîşan didin û dixwazin wan ji vî karî dûr bixin."    Oral anî ziman ku Rojnameya Evrenselê 25 salin weşanê dike û bi salan e nûnertiya wê li Amedê ye û wiha got: "Em tu carî qekûl nakin ku pîşeyê rojnamegeriyê û xebatên hempîşeyên me wekî terorîze bidin xuyakirin. Divê li dijî vê yekê em bêdeng nemînin. Çapemenî azad e û divê neyê sankurkirin. Bi zorê ferzkirina sîxuriyê sûc e. Gefxwarin îşkence ye.    Oral, piştre peyama Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Turgay Olcayto jî xwend û got: “Mixabin tişta hatiye serê Cengiz li welatê me ne tiştekî nû ye. Em wekî TGC'ê vê yekê şermezar dikin.    Rojnameger Bolukbaş jî serpêhatiyên xwe anî ziman û got: "Di serî de li bajarên Kurdan û li Tirkiyeyê demek dirêj e rojnameger bi gefan re rû bi rû dimînin. Dixwazin rojnamegeran bikin sîxûr. Ev nêzîkatî nîşan dide ku îxtîdar çawa nêzîkî xebatên rojnamegeriyê dibin. Em ê li dijî vê yekê xebatên xwe berdewam bikin."    GEF LI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ  XWARINE    Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî anî ziman ku ger li welatekî rojnameger girtî be, li wî welatî demokrasî tune ye.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî bal kişand ser kuştina rojnamegeran û got: "Li vî welatî Ferhat Tepe, Metin Goktepe, Ugur Mumcu, Musa Anter û gelek rojnamegerên din ji aliyê kesên kujer nediyar ve hatin kuştin. Niha gefan li xebatkarên çapemeniyê dixwin. Bi vê yekê gefan li azadiya çapemeniyê dixwin. Em wekî Baroya Amedê her dem piştgiriyê didin azadiya çapemeniyê."    Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetin jî anî ziman ku îro girtîgeh tijî rojnameger in û wiha got: "Ev girtîgehên tijî rojnameger rastiyê nîşanî me didin. Rojnamegerên rastiyan dinivîsin tên girtin û gef li wan tê xwarin. Em dixwazin der barê kesên gefan dixwin de doz bê vekirin."    DIVÊ EM LI DIJÎ VAN ZEXTAN TÊBIKOŞIN   Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî anî ziman ku bi van rêbazan nikarin Rojnameya Evrenselê têk bibin û wiha got: "Pîşeyê rojnamegeriyê hem pir girîng e û hem jî karekî pir zor e. Îqtîdar ji bo medya xwe ava bike zextan li ser rojnamegerên azad dike. Divê em li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin."