Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir 2020-08-26 16:54:51   RIHA – Bavê Nurbarî Mihrican, Munir Mihrican, beriya ku kurê wî keça wî qetil bike gelek caran gilî kir. Bav Munîr Mihrîcan wiha got: “Kurê min tiryak e. Min gelek cara giliyê wî li rayedaran kir. Lê tu tişt nekirin. Ji ber tiştek nekirin taliyê kurê min keça min kuşt."    Li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Salih Mihrican (30) xwişka xwe Nurbarî Mihrican qetil kir. Têkildarî kuştina Nûbarî, bav Munir Mihrican, diyar kir ku wî çend caran rayedar hişyar kir û giliyê kurê xwe kir, lê rayedaran tu tişt nekir. Bav Munîr Bihrîcan bertekên xwe wiha anî ziman: “Kurê min tiryak e. Min gelek cara giliyê wî li rayedaran kir. Lê tu tişt nekirin. Ji ber tiştek nekirin taliyê kurê min keça min kuşt. Keça min tev li Ezmûna Saziyên Hindekariya Bilind (YKS) bû. Ket nava rêza 54 hezaran. Ji bo beşa Dermanfiroşî (Eczacilikn û Mamostetiya Matematikê bijartin kir. Îsal dê biçûya zanîngehê. Lê destûr nedan û keça min qetil kirin."    Salîh Mihrican piştî xwişka xwe kuşt, ew sewqî dadgehê kirin û dadgehê bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştiye" û “Bi plan kuştiye" biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.