Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin 2020-08-26 19:42:00   ÊLIH - Fûat Er, bavê Îpek Er a ku piştî çawîşê pipsor tecawizî wê kir û întihar kir, got: "Em ê dev ji vê dozê bernedin. Heger îro bê girtin û sibê bê berdan, nexwe em ê bêdeng nemînin."    Çawîşê Pispor Mûsa Orhan li Sêrtê tecawizî ;Îpek Er a 18 salî kiribû. Piştî tecawizê Îpek Erê li Qubîna Êlihê întihar kiribû û dawiyê jiyana xwe ji dest dabû. Dû re Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hatibû girtin. Lê belê piştî 7 rojên girtin Mûsa Orhan hat berdanç Bavê Îpek Erê Fûat Er bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku wê bêdeng nemînin."    Bav Fûat Er got: "Em ê dev ji vê dozê bernedin. Heger îro bê girtin û sibê bê berdanî nexwe em ê jî bêdeng nemînin. Ez jî welatiyekî Komara Tirkiyeyê me. Bang li Serokomar, Wezîrê Karên Navxweyî dikim. Bila edalet pêk bê. Rojê bi dehan ke stelefonî min dikin. Bi milyonan peyam ji min re tên. Ji bo edalet pêk bê piştgiriya me dikin. Em tenê dixwazin edalet pêk bê."