Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye 2020-08-26 21:28:25   SÊRT – Biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Sêrtê ya der barê berdana Çawîşê Pispor Mûsa Orhan de derket holê. Dadgehê di biryara xwe de ji bo Orhanê ku tecawizî Erê kiribû û bûbû sedema mirina, parastiye ku "bi rizaya her duyan bûye û sûcekî werê berbiçav li holê tuneye."    Biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Sêrtê ya der barê berdana Çawîşê Pispor Mûsa Orhan de derket holê. Dadgehê di biryara xwe de ji bo Orhanê ku tecawizî Erê kiribû û bûbû sedema mirina, delîl esas negirtine.    Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Sêrtê ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhan berda, di biryara xwe berdanê de parastiye ku di navbera Îpek Er û Mûsa Orhan de ji berê de têkiliyek hebûye û tiştên qewimîne bi "rizaya her duyan" qewimiye. Dadgehê di biryara xwe de gotiye "sûcekî werê berbiçav jî li holê tuneye." Her wiha dadgehê îfadeyên Îpek Erê yên berî dawî li jiyana xwe bîne dabûn jî wekî "îdia" esas girtin. Îpekê di îfadeya xwe de gotibû, "bi soza zewacê ez xapandime", "êdî nikarim îdare bikim", "ez serxweş kirim û heb dan min."    Her wiha heyeta dadgehê guh nedaye îfadeyên Îpekê Erê yên berê û nameya wê û gotinên malbata wê û raporên tiba edlî jî esas negirtine.