Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e 2020-08-27 09:03:13   RIHA - Karkerên ku dest bi berjevkirina fisteqan kirine, rojê 11 saetan li ber tavê bi 70-100 lîreyî dixebitin.    Li Bêrecûka Rohayê karkerên fisteqan berhev dikin, ji ber ku ehqê keda xwe nastînin bi gilî û gazind in. Karkeran anî ziman ku li ber qêleqij a havînê bi 70-110 lîreyî dixebitin.    Rizket Gumuş ku tevî hevjînê xwe û zarokên xwe fisteqan berhev dike, anî ziman ku ji sibehê heya êvarî dixebitin. Gumuş, diyar kir ku du meh berê ji bo gilyazan berhev bikin çûne Afyonê û got, li wir kardêr ji wan re gotiye "hûn naşixulin" û heqaret li wan kiriye. Gumuş got: "Em çi qasî bixebitin jî kardêr dibêjin 'hûn naşixulin'. Em nexweş jî bikevin em ji mecbûrî dişixulin."    'EM JI BIRÇÎNA NAMIRIN LÊ...'    Şevket Ateş anî ziman ku mala wî li Dîlokê ye, lê belê her sal ji bo berhevkirina fisteqan tên Dîlokê û got, ji şeşê sibehê heya pêncê êvarî dişixulin û heqdesta wan bi 100 lîreyî ye. Ateş, diyar kir ku bi vî pereyî nikarin debara xwe bikin û got: "Belkî em ji birçîna namirin, lê salê em carekê dikarin ji xwe re kincan bikirin. Em nikarin biin mexazeyekê û ji zarokên xwe re kincan bikirin." Ateş, anî ziman ku rojê tenê saet û nîvekê bêhna xwe didin û got: "Em heqê keda xwe nastînin."    LI BER QÊLEQIJA HAVÎNÊ   Ahmet Gumuş jî destnîşan kir ku heger nexebitin wê birçî bimînin û got, li ber qêleqija havînê dixebitin. Gumuş got: "Em li vê derê 30 kes di reziliyeke werê de dimînin. Ji ber xebata di vê germahiyê de, tu bikî nekî em nexweş dikevin. Lê em mecbû in. Heqdesta me ya îro 110 lîre ye. Tu nikarî bi vî perî kîsekî arvan jî bikirî. Ma dê ev pere têra kirê, têra ceryanê, têra avê, têra çi bike?"   Mahmût Gumuş jî diyar kir ku 30 sal in dixebite û got: "Em feqîr in. Bihostek axa min jî tuneye. Zewicandîme, 6 zarokên min hene. Xaniyê min ê bikirê ye. Em nikarin debara xwe bikin. Nikarim heqê ceryan û avê bidim. Bi hezaran ên wekî min hene. Em nikarin heê xwe bistînin. Yanî em tim û tim hejar in."    MA / Bariş Polat