Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye 2020-08-27 09:04:24   COLEMÊRG - Lêpirsîna der barê mirina şivan Sertîp Şen ku bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da, 482 roj in hîn temam nebûye. Her wiha hemû serlêdanên parêzeran jî tên redkirin.    Di 2'yê Gulana 2019'an de li mezrika Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê gava ivan Sertîp Şen heywanên xwe diçêrandin bi guleya eskeran jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Şen lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê di ser lêpirsînê re 482 roj derbas bûne hîn jî bi dawî nebûye. Parêzerê malbatê Ramazan Kûrt, anî ziman ku di lêpirsînê de tu pêşketine çênebûne û her wiha hemû serlêdanên wan jî tên redkirin.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Kûrt, destnîşan kir ku der barê keşfê de jî serlêdan kirine lê belê ev serlêdana wan jî hatiye redkirin û got, M.T. tê parastin. Kûrt got: "Roja bûyerê M.T. zanibûye ku gundî destûr stendine û hatine herêmê. Her wiha wekî tê îdiakirin roja bûyerê tu etqîn meqîn jî çênebûne. Rast bera Şen daye û ew hedef girtiye. Gava tevî îfadeya şahidan hemû delîl tên vekolandin, pir aşkere ye ku M.T. bi zanebûnî û bi qesdî kiriye. Lê belê meqama dozgeriyê daxwazên me hemûyan red dike. Her wiha dadgeh jî ji bo tiştên esker û polîs dikin dibêjin 'fermana qanûnê bi cih aniye' û cez anabire. Bi ser de wan xelat dike. Mixabin polîtîkaya bêcezatiyê dibe sedema hêsirên çavan."    MA / Cemîl Ûgûr