Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn 2020-08-27 11:09:21 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faik Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 7’ê tebaxa 2019’an de miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.    Ji wê rojê heta niha parêzeran 99 serlêdan kirin û bersiva serlêdana wan nehatiye dayîn.