Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in 2020-08-27 11:12:51 GÎRESUN - Welatiyên ku ji zelzele û lehiya li Giresunê rabû zirarek mezin dîtin, bertek nîşanî rayedaran dan û diyar kirin ku sedema vê zelzeleyê HES'ên ku li herêmê tên avakirin in.    Li Giresunê di 22'ê Tebaxê de lehî û zelzele rabûbû. Ji ber Santralên Enerjiya Avê (HES), Kanên keviran, li lêvên çem û rûbaran tên avakirin, barana ku dibare dibe lehî û zelzele. Di 22'ê Tebaxê de piştî barana zêde li Gîresûnê bariya, lehî rabû û 7 kesan di ava lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. 9 kes jî winda bûn. Li Dogankent, Derelî û Yaglidereyê, 17 avahî ji ber lehiyê hilweşiyan û 361 avahiyan zerar dît. Li herêmê bi sedan zeviyên findiqan di bin lehiyê de man û zerar dîtin. Bi sedan ton findiq ber bi avê çûn. Gelek rêyên gundan hêj girtî ne. Li navçeya Espiye ya Gîresûnê piştî lehiyê HES'ê zerar dît û dîsa dest bi xebatan kirin.    Welatiyên Gundê Yeşîlkoy û Bahçelîk yên Navçeay Espiye di lehî û zelzelmeyê de zerarek mezin dîtin û bertekên xwe anîn ziman.    DERIYÊ BENDAVA HES'ê VEKIRIN    Welatiya Gundê Bahçecikê Zekiye Bodur, diyar kir ku lehî û zelzeleya rabû, zerarek mezin da xanî û baxçeyên wan ên findikan û wiha got: "Ji bo findik zuha bibe me li pêş malê raxistibûn. Piştî lehî rabû 10 ton findiqên me bi lehiyê re çûn. Me bi rojan findiq kom kirin. Lê hemû findiqên me çûn. Em perîşan bûn. Ji ber bendava HES'ê lehî rabû. Niha deriyê bendavê HES'ê vekirine. Dê halê me çi hal be? Em dixwazin heqê zerara me bidin me."    Şêniya Gundê Yeşîlkoy Gulyaz Karpuz jî anî ziman ku dema lehî rabû li malê bûn û wiha got: "Dema ava lehiyê rabû, me ewil çêlekên xwe xelas kirin. Bi carekê re av rabû. Em tirsiyan û em ji malê reviyan. 1 ton findiqê me bi lehiyê re çûn. Hemû alav û amûrên me bi lehiyê re çûn. Zeviyên min ên garis û darên min ên kîvî hebûn. Min salê 500 kilo kivî ji daran kom dikir. Darên fêkî hebûn. Gelek bendav li ser çem hatine avakirin. Sedema van lehiyan bendavên tên avakirin  e. Li vir gelek bendav hene."    ‘JI VÊ YEKÊ RE BÊJIN BES E'    Welatî Ali Karpuz ê 68 salî jî bertek nîşanî rewşê da û got: "Dewletê destûr da van bendavên HES'ê. Çem û rûbarên me di bin avê de man.    Welatî Ayşe Kalay jî anî ziman ku ji ber HES ava kirin bi vê felaketê re rû bi rû man. Li ser çem xanî ava kirin. Kalay, li dijî avakirina HES’an banga têkoşînê kir.    MA / Tolga Guney