Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin 2020-08-27 12:16:32 MANÎSA / BÛRSA – Li Manîsayê û Bûrsayê wesayîtên karkeran qelibîn û 5 karker mirin.  Li Dûrêya Tirkeş a navçeya Sarûhanli ya Manîsayê wesayîtek panelvan û traktorek li hev qelibîn. Traktro qelibî şerampolê û karkerên çandiniyê birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û ew rakirin nexweşxaneyan. Ji karkeran Ajda Tan, Zuhre Sag û Nîlgûn Gulal jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li taxa Îhsaniye ya girêdayî navçeya Osmangazî ya Bûrsayê jî dormîşa serwîsa karkerên tekstîlê li dîrekê ceryanê qelibî. Qeza bi dijwarî pêk hat û 2 karkeran jiyana xwe ji dest da û 18 karker jî birîndar bûn. Hat zanîn ku şifêrê serwîsê Ferhat Erol û Ayşîn Guler a li pêş rûniştibû jiyana xwe ji dest dane. Komên tenduristiyê birîndaran rakirin nexweşxaneyê.    Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.