Wê cenazeyê Tîmtîkê li Goristana Gaziyê bê definkirin 2020-08-27 23:35:45   STENBOL - Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk ku di roja 283'yan a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, birin Saziya Tiba Edlî ya li Yenîsbosnayê. Parêzerên OHD'yî ragihandin ku dê cenazeyê Tîmtîkê roja şemiyê li Goristana Gaziyê bê definkirin.     Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk ku ji bo "darizandineke adil" dest bi rojiya mirinê kiribû û di roja 283'yan a rojiya mirinê de jiyana xw eji dest da, ji bo otopsiyê li Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnayê tê sekinandin. Xizmên Tîmtîkê, hevpîşeyên wê û bi gelek welatî li ber Saziya Tiba Edlî ne.    Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ragiandin ku dê li ser wesiyeta li Cemxaneya Gaziyê merasîemek bê lidarxistin û dê roja şemiyê li Goristana Gaziyê bê definkirin.    Her wiha parêzeran da zanîn ku xizmên Tîmtîkê naxwazin otopsiya wê bê kirin û gotin, dibe ku cenaze neyê danîn jî, ji loma li ber Saziya Tiba Edlî ne.