ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-08-28 09:00:12   * Li Mêrdînê bi îfadeyên 9 "şahidên nepen" hevşaredarên HDP'î hatibûn girtin û qeyûm tayinî şûna wan hatibû kirin. Ji van "şahidên nepen" yek jê "Malazgîrt" e û ji ber ku navê wî ne aşkere ye û navnîşana wî tuneye emniyet nikare xwe bigihînê. Her wiha derket holê ku zabitnameyên îfadeyê yê "şahidê nepen" "Boksor" jî hemû bê îmze ne.    * Li Şirnexê dermanxaneyên ku di  pêvajoya pandemiyê de bi şev û roj dixebitin bi zehmetî û pirsgirîkên mezin re rû bi rû man. Nûnerê Odeya Dermanan a Herêma A 43’emîn a Mêrdîn-Şirnexê  Harûn Sanri got ew di vê pêvajoya koronayê de bi zehmetiyên mezin û krîza aborî re rûbirû mane.   * Dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Qada Gara Enqereyê ku di sala 2015'an de 103 kes lê jiyana xwe ji dest dabûn, bi qurdeleyên spî "xeleka aştiyê" bê çêkirin.    * Dê 5 herêmên turîzmê yên Colemêrgê veguherînin qada madenê. Ji van deveran yek jê herêma Golên Cîloyê ye. Çiyager û turîzmvanan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Dest nedin xwezaya me."    * Li Şirnexê hin ciwan ji bo ku balê bikişinin ser kesên ku ji ber nexweşiyên xwe yên mayînde maskeyan bi kar tînin, bi navê "Empatî" fîlmek çêkirin.    * Geşedanên derbarê merasîma cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da dê werin şopandin.    Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê heta niha li Tirkiyeyê 6 hezar û 209 kes ji ber vîrûsa Covît-19 mirine. Lê li aliyê din tenê li Goristana Covit-19 ya Amedê 540 kes hatine definkirin.    * HDP dê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Amed û Rihayê rêzeçalakiyan li dar bixe. (10.00 - 19.00)   * Li Enqereyê wê hin komele ji bo Ebrû Tîmtîk a jiyana xwe ji dest da û parêzer Aytaç Unsal ê çalakiya xwe didomîne li avahiya Şaxa DAD'ê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)   * Rêxistinên Ked, Aştî û Demokratiyê yên Stenbolê dê li avahiya Egîtîm Sena Şîşliya Stenbolê bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê eşkere bikin. (13.00)    * Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet bi boneya 104'emîn Komkujiya Roboskiyê dê li avahiya Şaxa ÎHD'a Enqerê daxuyanî bide. (14.00)   * Platforma Ked û Demokratiyê ya Amedê têkildarî berdana tecawizkar çawişê pispor Mûsa Orhan li avahiya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar bixe. (18.00)