Wê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Gara Enqereyê 'xeleka aştiyê' bê çêkirin 2020-08-28 09:03:13 ENQERE - Dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Qada Gara Enqereyê ku di sala 2015'an de 103 kes lê jiyana xwe ji dest dabûn, bi qurdeleyên spî "xeleka aştiyê" bê çêkirin.    Li Enqereyê îsal dê Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) çalakiya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar bixe. Wê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Gara Enqereyê li cihê ku 103 kesên di sala 2015'an di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, "xeleka aştiyê" bê çêkirin.    Wê hêzên ked û demokrasiyê û Dayikên Aştiyê bi kitanên xwe yên spî tev li çalakiyê bibin û wê bi qurdeleyên spî "xeleka aştiyê" bê çêkirin û nepoxên spî bên firandin.    Wê bername saet di 10.04'an de dest pê bike.    Seroka Komeleya 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn, der barê bernameya 1'ê Îlonê de agahî parve kirin. Coşgûn, anî ziman ku dê di çalakiyê de navbera fizîkî esas bê girtin.    Coşgûn, diyar kir ku ji roja ku komkujiya Gara Enqereyê pêk hatiye heya niha her sal daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bilêv dikin û got, wê di 1'ê Îlonê de saet di 10.04'an de (saeta ku komkujî pêk hatibû) di şexsê 103 kesên jiyana xwe ji dest dane de bi sedhezaran mirovên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn.    BEDÊLA AŞTIYÊ    Coşgûn got: “Em baş dizanin ku li vî welatî bedêla aştiyê gran e. 5 sal berê em, xwişk û birayên meî dê û bavên me ji bo aştiyê li mîtîngê bûn û ew mîtîng nehat lidarxistin. Li dijî aştiyê bombeyên xwekujiyî hatin teqandin. Armanca me ew e ku ev yek neyê jibîrkirin. Ne tenê Roja Aştiyê ya Cîhanê, divê em salê 365 rojan bînin ziman. Lewma ji bo me 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pir girîng e."    ‘WÊ NIKARIBIN QÎRÎNÊN ME BÊDENG BIKIN'    Coşgûn, diyar kir ku ji ber şewbê dê çalakiyeke sembolîk li dar bixin û got: "Bi sedan sal e daxwaza ji bo aştiyê didome. Şewb, ji bo lidarxistina çalakiyê ne astengî ye. Mirov bi baldan dikare çalakiyan li dar bixe. Wê qîrîna kesên aştîxwaz neyê bêdengkirin. Em li ser rêya xwe ne. Bombeyên wê rojê hatin teqandin negihaştin armanca xwe û wê negihêjin jî."   Coşgûn, destnîşan kir ku beriya 10'ê Cotmeha 2015'an li welêt qirkirine hebû û piştî vê pêvajoyê jî ew kirin dewam kiriye û got: "Li vî welatî divê derdê mirovan wekî ann û avê, aştî be. Ne tenê li Tirkiyeyê, divê li tevahiya cîhanê wisa be. Li cihekî ku aştî lê tunebe, jiyaneke bêaram heye. Mirov tên kuştin, divê xema me aştî be. EM dibêjin; ji şer re na. Em tim û tim vê dibêjin."    Coşgûn, roja 1'ê Îlonê her kesî vexwand Qada Gara Enqereyê.    MA / Emrûllah Acar