Merasîma cenazeyê Tîmtîk: Destûr nadin baroyê û Gazî di dorpêçê de ye 2020-08-28 12:06:50   STENBOL – Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk ji duh bi şev ve li ATK’ê tê rawestandin. Hat zanîn ku Walîtiya Stenbolê destûr nedaiya merasîa li ber Baroya Stenbolê. Cihê merasîmê Mala Cemê ya Gaziyê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.   Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza “darizandina adilane” di rojiya mirinê de bû û duh bi şev di roja 238’emîn a çalakiyê de jiyana xwe ji dest da li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Yenîbosnaya Stenbolê tê rawestandin. ATK di dorpêça polîsan de ye. Xizmên Tîmtîk, hevpîşeyên û wê gelek kes jî li ber ATKê rawestiyan e.    Nayê zanîn dê cenaze saet li çendan radestî malbatê were kirin. Hat zanîn ku li ser biryara Walîtiya Stenbolê polîsan destûr nedaye merasîma cenaze ya li ber Baroya Stenbolê.    Tê payîn ku piştî cenaze were wergirtin dê bibin Mala Cemê ya Taxa Gaziyê û li vir merasîm were lidarxistin.    Mala Cemê ya Gaziyê ji duh bi şev ve ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û her wiha polîsan Goristana Gaziyê jî dorpêç kiriye.