Şandeyek ji Wezareta Karê Hûndir pêk hat malbat Îpek Er ziyaret kir 2020-08-28 13:25:29   ÊLÎH - Şandeyeke ji Wezareta Karê Hûndir pêk tê, malbata Îpek Er a Mûsa Orhan tecawîzê wê kir û bû sedema ku întîhar bike ziyaret kir.     Li navçeya Qûbînê ya Êlihê, jina 18 salî Îpek Er a ku Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê li Sêrtê wezîfe dikir tecawîzê wê kir û di 16’ê tîrmehê de ji ber vê sedema tecawizê hewl da xwe bikuje, piştî têkoşîna jiyanê ya 33 rojan jiyana xwe ji dest da bû. Bersûc ê ku ewil nehat girtin, dûre li ser bertekên raya giştî di 19’ê Tebaxê de hatibû binçavkirin û sewqî dadgehê hatibû kirin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, bi sûcdariya “îstîsmara zayendî ya biwesf” derbarê Orhan de biryara girtinê da bû û şandibû girtîgehê.   Lê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, biryara dadgeha 1’emîn red kiribû û Orhan di 25’ê Tîrmehê de hatibû berdan. Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, di daxuyaniya da bû, bertek nîşanî nerazîbûn raya giştî yên ji bo berdana Orhan da û li şûna bertekê nîşanî Orhan bide raya giştî sûcdar kiribû.     Şandeyeke ji Wezareta Karê Hûndir pêk tê, malbata Îpek Er a Mûsa Orhan tecawîzê wê kir û bû sedema ku întîhar bike ziyaret kir. Şandeya Salîkarê Wezareta Karê Hûndir Muhterem Înce jî, di nav de bi Waliyê Êlihê Hûlûsî Şahîn, Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglû, Qeymeqamê Beşîriyê SÎnan Aşci, Midûrê Ewlekariya Êlihê Koroglû Kiraç û Fermandarê Eskerî yê Êlihê Albay Îsa Çakmak re çûn mala malbata Er.    Hat dest nîşan kirin ku rayedarên wezîrtiyê, di dema serdanê de ji malbatê re gotin ku ew ê şopdarê bûyerê bin.