104 meh bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûn 2020-08-28 13:52:07 ENQERE- Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskî, diyar kir ku bi ser komkujiyê re 104 meh derbas bûn û got: “Hîna jî faîl komkujiyê nehatine darizandin. Heya ku bûyera Roboskî ronî nebe, ne pêkane ku di siyaseta Tirkiyeyê de, demokrasî û civakbûyîn pêş bikeve.”  Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, di 104’emîn meha komkujiya 19 jê zarok 34 sîvîlan tê de jiyana xwe ji dest dan de, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê civîna çepemeniyê li dar xist. Emdamê hewlanê Tanjû Gunduzalp di civînê de axivî û wiha got: “Di ser komkujiyê 452 heftî derbas bûn, ne kes hat cezakirin, ne ev rastî hat qebûlklirin, ne edalet hat bicihanîn û ne jî di warê hiqûqî de tu pêşketin çêbû.”   'FAÎL NEHATIN DARIZANDIN’   Gunduzalp, da zanîn ku mirovên li Roboskî dijîn, tenê derfeta wan a karê ticareta sînor bikin heye û wiha bilêv kir: “Agahiya rayedarên dewletê ji vê yekê heye. Lê ligel vê jî komkujî pêk hat û 34 mirovên me hatin bombebarankirin. Ne cezakirina bersûc û faîlan êdî li her devera erdnîgariya me belav bûye. Ji ber vê faîlên Roboskî jî heya niha nehatine ceza kirin. Heya ku edalet neyê Roboskî, wê edalet neyê Tirkiyeyê jî. Tu komkujî nayin ji bîr kirin. Heya ku Komkujiya Roboskî ronî nebe, ne pêkane ku di siyaseta Tirkiyeyê de, demokrasî û civakbûyîn pêş bikeve. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê erdnîgariyê, rêya aştî û edaletê teqez di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerma vê axê ye, birîna ku xwîn jê tê ye û lêgerîna edaletê ye.”