Cenazeyê Tîmtîk anîn Mala Cemê ya Gazî 2020-08-28 14:16:13 STENBOL - Cenazeyê Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza "Darizandinek adîlane" ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, anîn Mala Cemê ya Gazî.    Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza “darizandinek adilane” ketibû rojiya mirinê û duh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoya Stenbolê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê polîsan ve hatibû revandin. Cenazeyê Tîmtik di dorpêça gelek polîs û maşîneyên zirgî de anîn Mala Cemê ya Gaziyê. Dûre Mala Cemê ya Gazî hat dorpêçkirin. Hemû ketin û derketên rêyên diçin Mala Cemê ya Gazî ji aliyê TOMA'yan ve  hatin girtin. Polîsan di çarçoveya lêgerînê de  hinek kes girtin hûndirê mala cemê û destûr nedan ku hin rojnameger bikevin hundir. Xizmên Tîmtîk û hevalên wê di baxçeyê Mala Cemê ji bo Tîmtîk loriyan û zêmar berz kirin.     Ji bo birayê Tîmtîk ê girtî Barkin Tîmtîk serlêdana ku beşdarî cenazeyê xwişka xwe bibe hat kirin. Li gorî serlêdanê, li bendêye ku cenazeyê Tîmtîk an îro yan jî sibe bê definkirin.