Miduriyeta Giştî ya Daristanê şewatên li Şirnexê nedît 2020-08-28 15:42:03   ŞIRNEX - Miduriyeta Giştî ya Daristanê, şewatên di mehên dawî de li Şirnexê rû didin nedît û di sîteya xwe de parve nekir.   Li daristanên navend û navçeyên Şirnexê, Çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê, di mehin dawî de, gelek çaran daristan hatin şewitandin û ev şewatên rû dan bûn sedem ku gelek dar û zindî bibin xelî. Piraniya van şewatan piştî operasyonên eskerî yên li herêmê hatin lidarxistin rû dan û zirarek mezin giha xwezayê. Dûh jî li Bajarokên Sêgirkê û Cîfane yên li Çiyayê Cûdî û Çiyayê Hirimiya ya Qilabanê agir bi daristanan ket. Şewata li Çiyayê Cûdî hîna jî dewam dike.    TENÊ 3 ŞEWAT DÎTIN   Bi tu awayî mudaxileyî van şewan nehatin kirin. Ligel vê yekê Miduriyeta Giştî ya Daristanê, di qeydên di weşîne de, gelek şewatên li tevahiya Şirnexê rû dan ne dîtin û cih ne da wan. Miduriyetê, ji 19’ê Cotmeha 2019’an ve ji şewatên heya niha rû dan, tenê 3  ji wan dît û parve kir.