Polîsan carek din cenazeyê Tîmtîk revand 2020-08-28 16:19:25   STENBOL – Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê cara duyemîn hat revandin.    Piştî ku merasîma cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza “darizandina adilane” di rojiya mirinê de bû û duh bi şev jiyana xwe ji dest da li Mala Cemê ya Gaziya Stenbolê pêk hat, girseyê xwest cenazeyê wê bi meşê bibe Goristana Gaziyê. Polîsan pêşiya girseyê birî û bi guleyên plastîk û gaza îsotê mudaxileyî girseyê kir. Polîsan li vir carek din cenazeyê Tîmtîk revand.    Polîsan serê sibê jî cenazeyê Tîmtîk ji Saziya Tiba Edlî revandibû û biribû Mala Cemê ya Gaziyê.    Berfirehiya nûçeyê tê…