Endama Meclîsê ya HDP'î Mînaz vegeriya ser karê xwe: Vîna bingehîn em in 2020-08-28 19:34:58     WAN - Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê ya HDP'î vegeriyan ser karê xwe. Wezareta Karên Navxweyî Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbayê yên HDP'î ji peywirê girtibûn.    Wezareta Karên Navxweyî di 25'ê Tîrmehê de Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbayê yên HDP'î ji peywirê dûr girtibûn. Lê belê wezaretê di 6'ê Tebaxê de ji Walîtiya Wanê re nivîsek şand û  di nivîsê de xwest endama HDP'î Ayşe Mînaz vegere ser karê xwe. Di biryarê de hat gotin ku lêpirsîna bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" der barê Mînazê de hatibû destpêkirin bi bêtaqîbkirinê bi dawî bûye.   Ayşe Mînaz, destnîşan kir ku bi îdiayên bêbinî ji peywirê hatibûn girtin û got: "Hûn dikarin me ji şaredariya me ya ku me bi dest xistibû bavêjin, lê belê gelê Tûşbayê baş dizane: Em vîna bingehîn a wê derê ne û heya vîna bingehîn tecellî neke em ê bitêkoşin. Ji bo me hêmana sereke gel e. Gel me hilbijartiye û em ê wekî kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin karê xwe bikin."