Wezîr Soylu Baroya Stenbolê kir hedef 2020-08-29 07:42:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, ji ber ku Baroya Stenbolê posterê mezin ê Parêzer Ebru Timtik a ku 238 rojan ji bo mafê edaletê li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, bi avahiya baroyê vekirin, baro şermezar kir û kir hedef.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Baroya Stenbolê şermezar kir û kir hedefa xwe. Piştî Baroya Stenbolê di bîranîna Parêzer Ebrû Tîmtîk a piştî ji bo mafê darizandina bi edalet 238 rojan di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, posterê Tîmtîk bi avahiyê de daliqandin, Wezîr Soylu Baroya Stenbolê şermezar kir û baro kir hedefa xwe. Soylu, diyar kir ku ew dê der barê Baroyê de serlêdana sûc bike û got: "Îro Baroya Stenbolê wêneyê endama rêxistina terorê bi avahiya xwe vekir. Ez baroya Stenbolê bi tundî şermezar dikim. Ez ê li ser navê xwe serlêdana sûc bikim."