Hem bêhna genî jê tê hem jî zirarê dide erdan 2020-08-29 09:03:46   ŞIRNEX - Şaredariya Hezexê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ava qenalîzasyonê dirijîne Çemê Seqlanê. Ji ber vê jî ji derdorê bêhneke nexweş tê û zirar digihê erdan.    Ji ber ku Şaredariya Hezexê ya qeyûm taynî wê hatiye kirin ava qenalîzasyonê dirijîne Çemê Seqlanê, ji derdorê bêhneke nexweş tê. Nexasim jî havîna ji ber vê yekê mirov nikare li bajaroka Deşta darê, Kovex, Herbak û Sirsirkê û li gundê Qewlebana, Batil, Biyakûqa Jêr û Biyakûqa Jor ên Cizîrê îdare bike.    Her wiha qirêjiya çem dibe sedema hin nexweşînan jî û ji ber ku dar û erd bi ava vî çemî tên avadan jî, ev yek bandorê li berdariya erdan û darên fêkiya jî dike.    Ji gundên ku herî zêde bandorê ji vê qirêjiyê digirin jî gundê Biyakûqa Jêr û Biykûqa Jor ên Ciîr ne. Welatiyê bi navê Sefer Erdogmûş, anî ziman ku çem di nava he rdu gundan re derbas dibe û bal kişand ser dawerivandina ava qenalîzasyonê. Erdogmûş got: "Heywanên me ji ber vê avê jehrî dibin. Ji ber ku em baxçe û erdên xwe bi vê avê av didin, zirar digihê wan. Havînan jî ji bêhna em nikarin îdare bikin." Erdogmûş, diyar kir ku li gundê wan qenalîzason jî tuneye û got: "Em dixwazin em mesele bê helkirin. Beriya her tiştî divê ji bo tenduristiya me bê helkirin."